YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Agir Efrîn ji ber nexweşiyê di 23’ê Kanûnê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku ji ber nexweşiyê şehîd bûye, ragihand. Di daxuyaniya YPG’ê de ev tişt hate ragihandin

“Hevrêyê me Agir Efrîn roja 23’yê Kanûnê di encama nexweşiyê de şehîd bû. Hevrê Agir li Efrînê di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, wekî ciwanekî bi rûmet ji bo rizgarkirina Efrînê, ji bo ku ji dagirkeriyê tolê bistîne, tev li nav refên me bû. Ew hêrsa mezin a ku li hember dagirkeran hîs dikir, roj bi roj di nav raman û hestên hevrê Agir de mezin dibûn û vê yekê di kesayeta xwe de veguherand hêza şoreşgeriyê. Heta kêliya dawîn a jiyana xwe xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derket.

Em di şexsê şehîd Agir de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.” 

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Agir Efrîn

Nav û paşnav: Mihemed Ebdilrehman

Navê dayikê: Fîdan

Navê bav: Cemîl

Cih û dîroka şehadetê: Heleb, 23’ê Kanûna 2021’an”