Êrişên dagirker: Li Til Temir û Zirganê xisareke mezin çêbû
Dewleta Tirk êrişî Til Temir û Zirganê ya kantona Hesekê kiribû. Di van êrişan de herî kêm 4 kesên sivîl şehîde bûn, 7 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk êrişî Til Temir û Zirganê ya kantona Hesekê kiribû. Di van êrişan de herî kêm 4 kesên sivîl şehîde bûn, 7 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk di 21’ê Kanûnê de saet di 15.00’an de êrişî Zirgan û gundên wê kir. Tax û gundên Um Hermele, Mezra, Til Temir, Til El Werd, El Rebîat û El Esediyê yên li rojhilatê navçeyê bûn hedef.
Li gundê El Rebiyatê Fesla El Îd (60) û keça wê Melka Ehmed El Îd, li gundê El Esediyeyê jî Mihemed Xêr Elyan (58) û Salih Hemîd şehîd bûn. Ji ber vê êrişê xisareke mezin li malên gundiyan çêbû.
Li Zirganê jî 7 kes birîndar bûn. Li gundê El Rebiyatê Elî El-Îd (45), Cûrî El-Îd (11), Cûdî El-Îd (4) û Ehmed El-Îd (11), li gundê Til El Werdê Ehmed Mihemed El Faris (50), li navenda Zirganê jî Roza Diyar (35) û Hemda Faris birîndar bûn.
Hate ragihandin di van êrişan de 3 endamên hêzên girêdayî hikumeta Şamê jî birîndar bûne.