‘Em ê li her cihê bibin dengê girtiyan‘

Kurd li çar bajarên Siwîsreyê li dijî zext û pêkûtiyên li ser girtiyên di girtîgên Tirkiyeyê de derketin qadan û gotin: “Ji bo êdî li girtîgehên Tirkiyeyê girtî jiyana xwe ji dest nedin, em ê li her derê bibin dengê girtiya.“

Kurdên li bajarê Biel, Zurih, Aarau û Luzernê dijîn, li dijî zext û pêkûtiyên li ser girtiyên siyasî û nexweş derketin qadan û êrîşên li ser girtiyan bi çalakiyan şermezar kirin. Di çalakiyan de bal kişandin li ser girtiyên bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane û xwestin, Aysel Tûglûk û hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan.

BİEL

Li Bielê bi sedan Kurd hatin ba hev û wêneyê girtiyên jiyana xwe ji dest dane rakirin. Di çalakiy li vir de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî hatine amadekirin hatin belavkirin.

Hevseroka Navenda Çanda Kurd a Bernê Hediye Mûnûz axivî û anî ziman divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Piştî axaftinan, çalakî bi çalakiya rûniştinê berdewam kir.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ZURÎH

Li Zurîhê jî navenda çalakiya Kurdan li qada Stauffacherê bû. Di çalakiyê de berxwedan girtiyan hate silavkirin.

‘EM Ê BIBIN DENGÊ GIRTIYAN‘

Di çalakiya vir de siyasetmedar Alî Şimşek axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û got: “Dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastina Medyayê çekên kîmyewî bikartîne. Dewleta Tirk dît ku dagirkirina çar parçeyên Kurdistanê têra wê nake, rûyê xwe yê qirker vegerand li ser girtiyên nexweş. Bi êrîşên li ser girtiyên nexweş dixwaze îradeya Kurdan bişkîne. Em ê li her cihê bibin dengê girtiyên nexweş.“

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan dawî bû.

AARAU

Li qada Bahnhofplatzê Kurd hatin ba hev û bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş. Çalakgeran banga hestiyar li raya giştî ya Siwîsrê kir.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Aaraunê Emrullah Bingul axivî û banga xwedî derketinê li girtiyên siyasî kir.

LUZERN

Li bajarê Luzernê jî Kurd derketin qadan û ji bo balê bikêşinin li ser rewşa girtiyên nexweş dest bi çalakiyan kirin.

Li vir jî  Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ercan Guneş axivî. Guneş anî ziman ku ji bo li girtîgehan mirine din çênebe wê li her derê bibin dengê girtiyan.

Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.