ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
QSD'ê êrişa li ser Eyn Îsayê têk bir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku êrişa dewleta Tirk a li ser gundekî li rojhilatê Eyn Îsayê hatiye têkbirin. -
Planên MÎT û Barzaniyan ên ku dixwaze dagirkeriya li ser Efrînê meşrû bikin
Malbata Barzanî û MÎT dixwazin ser sûcên qirkirin û mirovayetiyê yên li Efrînê bigirin û di çarçoveya meşrûkirina dagirkeriya Efrînê xebatan dikin. -
Rêveberiya Xweser sala nû pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû li gelên Sûriyeyê û tevahiya cîhanê pîroz kir. -
'Em ê giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê'
Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer got, sala 2022'an wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê û diyaloga bi welatên Rojhilata Navîn re. -
'Dewleta Tirk bi giranî êrişî jinan dike'
Endama Koordînasyona Kongreya Star Ayşe Mahmûd bal kişand ser bandora şerê taybet ê dewleta Tirk a li ser jinan û got, ew li ber vê yekê radibin. -
Şêniyên Holê êrişên dagirkeriyê şermezarkirin
Welatiyên navçeya Holê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û li dijî êrişan peyama têkoşîna dan. -
Dewleta Tirk li Zirganê 3 kes qetil kir - NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker îro êrîşî Ziganê kir. Di encama êrîşê de zaroka du salî Elam Alî El Îsa û du kes hatin qetilkirin. -
Pêkhateyên TEV-DEM’ê çalakiya li Sêmalkayê wergirtin
Saziyên girêdayî TEV-DEM’ê çalakiya bi kon a li Sêmalkayê wergirtin û diyar kirin girtina deriyên sînor komplo ne. -
Dagirkeran Zirgan û Til Temirê topbaran dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê gundên girêdayî Zirgan û Tiltemirê topbaran dikin. -
Li Efrînê 8 hezar kes hatine revandin, 650 kes jî hatine kuştin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heta niha herî kêm 650 kes hatine kuştin, 8 hezar kes hatine revandin û tecawizî 70 jinan hatiye kirin. -
Li Ezazê wesayiteke dagirkeran hate teqandin
Li bakurê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, teqînekê rû da. Teqîn li wesayiteke leşkerî ya dagirkeran pêk hat. -
Rêveberiya Xweser xwedî amadekariyên berfireh e
Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, di sala nû de hem ji bo metirsiyan beralî bikin hem jî sazîbûna sîstemê temam bikin, amadekariyên wan ên mezin hene. -
QSD: Hêzên me êrîş têk bir
QSD’ê ragihand ku wan êrîşa du çeteyan ya li dijî dewriyeya hêzên wan li rojhilatê Dêrazorê têk bir, di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî revî. -
Artêşa Tirk li Girkê Legê welatiyek birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Banokiya yê Girkê Legê gulebaran kir û di encama gulebaranê de welatiyek bi giranî birîndar bû. -
Şehîd Nûjiyan Ocalan hate oxirkirin
Cenazeyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan) di encama êrîşa li ser Kobanê de şehîd bû, li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ji aliyê hezaran kesî hate oxirkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker li derdora konê sersaxiyê yê şehîd Rojîn Îsa da
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundê Leqleqo yê rojavayê Girê Spî li derdora konê sersaxiyê yê şehîd Rojîn Ehmed Îsa da. -
Dewleta Tirk a dagirker gundê Bab û Minbicê topbaran dike
Dewleta Tirk a dagirker heta saetên şevê gundên Bab, Minbic, Şehba û Girê Spî topbaran kir. -
Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin
Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. -
Çalakiya li Sêmalkayê didome: Heya wergirtina cenazeyan em li vir in
Çalakiya konvedanê ya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê hatî destpêkirin di roja xwe ya 85’an de didome. -
QSD: Îddîayên dewleta Tirk ne rast in
QSD’ê diyar kir ku îddîaya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 6 şervanên QSD’ê şehîd bûne ne rast in. -
Dewleta Tirk li Efrînê bav û keça wê revand
Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bav û keça wê revandin. -
Rewşa aborî ya Sûriyeyê her ku diçe xerabtir dibe
Rewşa giran a aborî li Sûriyeyê bûye mijar û pirsgirêka sereke ya gel û pêkhateyan. Pêwîstiyên sereke yên ji bo debarê êdî bi zehmetî bi dest dikevin. -
Li Efrînê 5 zarok birîndar bûn
Li navçeya Mabetayê ya Kantona Efrînê mayîna dewleta Tirk a dagirker bi zarokan ve teqiya û di encamê de 5 zarok birîndar bûn. -
Çalakvanên Sêmalkayê: Em xiyaneta PDK’ê eşkere dikin
Şêniyên Dirbêsiyê ku çalakiya konê ya li Sêmalkayê devrgirtin diyarkirin ku tevî hemû siyasetên zextê yên PDK’ê jî ewê çalakiya xwe bidomînin. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlancoya sala 2021’an eşkere kir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn encama operasyonên xwe yên sala 2021’an eşkere kir û diyar kir ku "Hêzên me 82 şaneyên terorîst bê bandor kirine."