Çalakiya Sêmalka didome: Em ê paşde gavê neavêjin
Nobeta malbatên daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin di roja 79’an de berdewam dike. Di çalakiya nobetê de çalakgeran anî ziman ku ew ê tu carê paşde gavê neavêjin.
Nobeta malbatên daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin di roja 79’an de berdewam dike. Di çalakiya nobetê de çalakgeran anî ziman ku ew ê tu carê paşde gavê neavêjin.
Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn, yek ji wan birîndar bû du gerîlayê HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên gerîlayê HPG'ê desteser kirin, cenaze nadin malbatên wan.
Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên gerîlayên HPG'ê li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Nobed di roja 79’an de berdewam dike.
BÊBEXTIYA PDK’Ê HATE ŞERMEZAR KIRIN
Endamên Desteya Darayî ya herêma Cizîr ji bo tevlî çalakiyê bibin û îro danê sibehê berê xwe dan deriyê sînor ê Sîmalkan. Piştî ku gihiştin cihê çalakiyê û ji vir jî ber bi deriyê Pêşxabûr ve meşiyan. Di meşê dirûşmeyên şermezarkirina bêbextiyê û girtina deriyê sînor hatin berzkirin. Li vir Cîgirê Hevserokatiya Desteya Darayî ya herêma Cizîrê Ebdullah Hiso axivî û kiryarên PDK`ê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
‘PDK DIXWAZE BERXWEDANA GEL JI HOLÊ RAKE‘
Hiso destnîşan kir ku armanca PDK`ê ew e ku xeta berxwedanê tune bike, lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu carî ji mafên xwe yên rewa gav paşde navêjin.