Rûspiyên herêma Cizîrê: Divê teror û dagirkeriya dewleta Tirk were bidawîkirin

Rûspiyên li herêma Cizîrê li hemberî êrişên ku dewleta Tirk li Til Temir û Zirganê kir, nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî dan.

Îro bi dehan şêx û rûspiyên eşîreyên herêma Cizîrê, oldar û şêniyên Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê li nêzî baregeha Rûsyayê ya li bakurê navçeya Til Temirê kom bûn û der barê êrişên li ser her du navçeyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra Omera Mihemed Tahir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em li ser navê şêx û rûspiyên eşîrên herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên wê ji Koalisyona Navneteweyî, Rûsya, Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê, rêxistinên mirovî û hiqûqî re diyar dikin ku divê van êrişên dermirovî şermezar bikin.

Tevî hebûna peymanên agirbestê, ev êriş zilm, dagirkerî û teror e .

Em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di encama êrişên artêşa Tirk de şehîd bûne dixwazin. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze tirsê bixe dilê şêniyan.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dev ji xaka xwe bernedin û wê bi hemû hêza xwe herêma xwe biparêzin.

Em bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor dikin ku êrişan û rijandina xwîna şêniyên herêmê rawestînin. Her wiha hemû herêmên ku bûne çavkaniyan terorîstan li şêniyên wê vegerînin.”