QSD: DAIŞ û Tirkiye hemwext êrîş dike

Li bajarokê Deşîşe yê gundewarê Hesekê çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîta bombebarkirî êrîş kir. QSD’ê wesayîta bombebarkirî bê bandor kir û der barê êrîşê de daxuyanî da. QSD’ê anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk hemwext êrîşî herêmê dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî bêbandorkirina wesayîta bombebarkirî daxuyanî da.

‘HÊZÊN ME ÊRÎŞ VALE DERXIST‘

QSD’ê anî ziman ku di 22`ê Kanûnê de yekîneyên taybet ên QSD`ê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ`ê li bajarokê Deşîşe bêbandor kir û got: “ Armanca çeteyan ew bû ku wesayîta bi bombebarkirî li Hesekê biteqîne û lê ev êrîşa çeteyan ji aliyê hêzên me ve hate bêbandorkirin.“

‘EM Ê JI HEMÛ ÊRÎŞAN GELÊ XWE BIPARÊZIN‘

QSD’ê diyar kir ku hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê vale hatine derxistin û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker hemwext êrîşî herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dike. Lê hêzên me amade ne, li hember van êrîşan raweste û gelê xwe ji hemû xeteriyan biparêzin.”