Li Amedê protesto: Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
Rêxistinên rojnamevanan binçavkirina rojnamevan û nivîskaran şermezar kirin û gotin, "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."
Rêxistinên rojnamevanan binçavkirina rojnamevan û nivîskaran şermezar kirin û gotin, "Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin."
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de duh gelek rojnameger di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Têkildarî binçavkirina rojnamegeran, li pêşiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) daxuyanî hate dayin. DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), DÎSK Basin-Îş, Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate hilgirtin.
Nûnerê DÎSK Basin-Îşê Hakki Boltan di daxuyaniyê de wiha got: “Hevalên me tavilê berdin. Ev, hewldana tirsandina rojnamegeran e. Nûçeyên hevalên me çêkirin weke sûc nîşan didin. Em van bi tu awayî qebûl nakin.”
Nûçegihana JINNEWS’ê Dîlan Babat jî diyar kir ku rojnameger ji ber nûçeyên xwe tên sûcdarkirin û ev tişt anî ziman: “Nûçeyên hevalên me çêkirin sûc nînin. Yên ku li ser kursiyên meclisê, li ser televîzyonan gefan li me dixwin baş bizanin ku em natirsin. Em hêza xwe ji heqîqetê digirin. Em dixwazin hevalên me tavilê bên berdan. Rojnamegerî sûc nîne, bijî Çapemeniya Azad.”
Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral jî got: “Destê xwe ji ser rojnamegeran bikişînin, êdî bes e.”
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî wiha got: “Kedkarên Çapemeniya Azad yek kêliyê jî dev ji ragihandina rastiyan bernadin. Dê her binivîsin jî. Yek bi yek em ê nûçeyên her hevalên me yên hatin girtin çêbikin û vê têkoşînê bidomînin. Me heta niha paşvegav neavêt û dê ji niha şûnde jî neavêjin. Em dixwazin hevalên me yên binçavkirî bên berdan. Me bihîst ku dest bi girtina îfadeyên wan kirine. Divê piştî îfadeyê bên berdan.”
Daxuyanî bi dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.