SOHR: 90 jê zarok 467 sivîlên Sûriyeyî li ser sînorê Tirkiyeyê hatin kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye diyar kir ku ji destpêka "şoreşa Sûriyeyê" û vir ve 90 jê zarok herî kêm 497 sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin.

SOHR'ê herî dawî ragihand ku li herêma sînor a Girkê Legê kesek ji aliyê jendermeyên Tirk ve hate kuştin. Ev agahî di daxuyaniya 21'ê Kanûnê de cih girt.

Li gorî SOHR'ê, ji destpêka 'Şoreşa Sûriyeyê' û vir ve 90 jê zarokên kêmî 18 salî û 45 jê jin herî kêm 497 sivîl ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin. Hate ragihandin ku hemû jî li ser sînor hatin kuştin.

Tê texmînkirin ku bîlançoya rastî ji vê girantir e. Li herêmên dagirkirî her roj sûcên nû têne kirin. Tenê li Efrînê bi sedan sivîl hatin qetilkirin. 21'ê Kanûnê li navçeya Zirganê ya Hesekê di bombardûmanê de 4 sivîl hatin qetilkirin.