Li Zirganê ku bombe li sivîlan hate barandin, bîlanço giran bû
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku êvara Sêşemê li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê hate kirin, hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4 kesan.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ku êvara Sêşemê li navçeya Zirganê ya Kantona Hesekê hate kirin, hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 4 kesan.
Dewleta Tirk a dagirker êvara 21'ê Kanûnê, bombe li başûr, bakur û rojavayê navçeya Zirganê barandibû. Zêdeyî 30 top li herêmê hatin barandin.
Di vê êrişê de ku yekser li ser sivîlan ahte kirin, 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, herî kêm 6 kes jî birîndar bûbûn.
Ji birîndaran Mihemed Xêr Elyan (58) ê ji gundê El Esediyê ku li Nexweşxaneya Fermanê ya Qamişloyê dihate dermankirin, roja Çarşemê jiyana xwe ji dest da.
Sê kesên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn wiha ne: Melekê Ehmed El Îd (30) û dayika wê Fesle El Îd (60) û Salih Hemîd.