Nobeta Sêmalkan di roja 78’an de berdewam dike

Nobeta malbatên daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin di roja 78’an de berdewam dike.

Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Kurdistana Federal, 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûn, yek ji wan birîndar bû du gerîlayê HPG’ê sax rizgar bûn. Hêzên PDK'ê yên ku cenazeyên gerîlayê HPG'ê desteser kirin,  cenaze nadin malbatên wan.

Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên gerîlayên HPG'ê li Deriyê Sînor ê Sêmalka kon vedan û dest bi nobedê kirine. Nobed di roja 78’an de berdewam dike.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Kantona Hesekê îro nobet dewr girt. Di çalakiya nobetê de ji rêveberên Kongreya Star a Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî. Hesen anî ziman ku çalakiya nobetê du meh li pey xwe hişt û got: “Em cenazeyên şehîdên xwe dixwazin. Li dewsa PDK cenazeyên şehîdên me radestî me bike, bi girtina deriyê Pêşxabûr û El Welîd re xwest bersivê bide. Em vê helwesta PDK’ê bi tundî şermezar dikn.“

‘WÊ ÇALAKÎ BIDOME‘

Hesen, bêdengiya navneteweyî û siyaseta ferzkirina ambargoyê ku PDK`ê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya girtina deriyên sînor ferz dike şermezar kir û wiha got: "Berxwedana şêniyan didome. Konê çalakiyê dê heta wergirtina cenazeyên şehîdan berdewam bike."

Hesen, hewldanên dezgehên çapemeniya PDK`ê ku çalakî bi zorê tê kirin şermezar kir û destnîşan kir ku israra çalakvanan tevî şertên hewayê yên sar jî îdiayên PDK`ê berovajî derdixe.“