Şehîd Lezgîn Osman hate veşartin
Şehîd Lezgîn Osman li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.
Şehîd Lezgîn Osman li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hate veşartin.
Şêniyên herêma Dirêk, Girkê Legê û Çilaxa li pêşiya nexweşxaneya şehîd Hogir kom bûn û cenazeyên endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şehîd Lezgîn Osman wergirtin. Lezgîn Osman di 17`ê Kanûnê de li Hesekê ji ber vîrusa Koronayê şehîd bû.
Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê Wense Çawîş axivî û sersaxî da malbata şehîd.
Wensa wiha domand: "Şehîd Lezgîn ji bo parastina destkeftiyên şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê teredud kar kir. Alîkariya hemûyan dikir û piştgirî dida şervanên li eniyên şer."
Her wiha di merasîmê de kurê birayê şehîd, Reşîd Osman axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta pêkanîna serkeftinê wê rêya şehîdan bişopînin.