Li Qamişloyê şehêdên meha Mijdar û Kanûnê hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan û malbatên şehîdan ên Qamişloyê 135 şehîdên meha Mijdar û Kanûnê yên di cih û salên cuda de di berxwedana li hember DAIŞ û dewleta Tirk de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Qamişloyê bi merasîmekê 135 şehîdên di meha Mijdar û Kanûnê de di sal û cihên cuda de di berxwedana li hember DAIŞ û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê de şehîd bûne, bi bîr anîn. Merasîm bi tevlîbûna malbatên şehîdan û welatiyan li goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê hate lidarxistin.

Di meresima bîranînê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Necah Gulo axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

‘BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ‘

Gulo destnîşan kir ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan ên di oxira wê de şehîd bûne, divê asta têkoşînê were bilindkirin. Gulo di axaftina xwe de gotineke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Rêbertî her tim digot, heke hûn aşiqê şehadetê nebin, hûn nikarin serkeftinê pêk bînin û têkoşînê berdewam bikin. Ez di wê baweriyê de me ku rêya şehîdan rêya serkeftin û azadiyê ye.”

Gulo anîz iman ku ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan diyar dibe ku dewleta Tirk lewaz ketiye û got:“Em ê tu carê axa şehîdan bernedin û em ê têkoşînê mezin bikin.“

Di bîranînê belgeya şehadetê hate xwendin.

Meresima bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ dawî bû.