Li Lubnanê agirbest kete meriyetê
Bi lihevkirina Îsraîl-Hîzbûllahê re ku bi rojane nîqaş li ser dihate kirin agirbesta 60 rojî kete dewrê. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir ku bala wan wê li ser Îranê be.
Bi lihevkirina Îsraîl-Hîzbûllahê re ku bi rojane nîqaş li ser dihate kirin agirbesta 60 rojî kete dewrê. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû diyar kir ku bala wan wê li ser Îranê be.
Ji Cotmeha 2023'an dema destpêkirina êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û vir ve di navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de şer diqewimî. Ji Îlona 2024'an û vir ve jî êrîşên Îsraîlê yên li ser Hîzbûllahê zêde bûbûn. Agirbesta ku li herêmê bi rojane nîqaş li ser dihate kirin bi dema herêmî îro saet di 04:00 de kete meriyetê.
AGIRBESTA JI BO 60 ROJÎ
Li gorî lihevkirina Îsraîl û Hîzbûllahê, du mehan wê agirbest hebe. Di nava 60 rojî de şervanên Hîzbûllahê hemû wê li gel çekên xwe ji herêma navbera xeta weke Xeta Şîn a navbera Îsraîl û Lubnanê tê naskirin û Çemê Lîtanî xwe vekişînin. Li vê herêma ku Hîzbûllah vala bike wê yekîneyeke artêşa Lubnanê ya ji 5 hezar kesî bi cih bibe. Piştî ku Hîzbûllah xwe vekişîne tê payin ku DYE herêmê kontrol bike. Di nava 2 mehan de wê hêzên Îsraîlê jî xwe vekişînin û bi vî rengî hewl bê dayin ku sivîl li malên xwe vegerin.
'BALA ME WÊ LI SER ÎRANÊ BE'
Benyamîn Netanyahû li ser lihevkirina agirbestê axivî û weke sedema agirbestê Îran kir hedef. Netanyahû ragihand ku piştî agirbestê wê bala wan li ser Îranê be.
Heta saeta ragihandina agirbestê çar aliyên Lubnanê bi balafirên şer hatin bombekirin. Di êrîşan de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hîzbûllahê jî heta agirbestê roket avêt Îsraîlê.