Ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan
Bi sedan ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.
Bi sedan ciwanên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.
Li ser banga Desteya Ciwan û Werzîşê bi armanca şermezarkirina hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybet bi balafira bêmirov û biçek (SÎHA) ku di encamê de 17 sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn, îro li Kobanê bi sedan ciwan û werzîşvan meşiyan.
Dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafira bêmirov û biçek, êrişî herêma Şengal a Başûrê Kurdistanê kir. Herî dawî balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk 7`ê Kanûnê êrîşî navçeya Xanesor a li Şengalê kir di encamê de Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû û her du zarokên wî birîndar bûn.
Bi sedan ciwan û werzîşvan li pêşiya Navenda Desteya Ciwan û Werzîşê kom bûn û heta stada El Sadaqa ya li naverasta bajêr meşiya.
‘DIXWAZE KURDAN QIR BIKE’
Li stadê meş veguherî mitîngê. Di mitîngê de bi navê Desteya Ciwan û Werzîşê ya herêma Firatê Kacîn Ehmed daxuyanî da û got: “Dewleta Tirk a faşîst êrîşî herêmên Kurdistanê dike bi taybet Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, armanca wê qirkirina Kurdan.”
‘BERXWEDANA KURDAN’
Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de, çekên qedexekirî bi kar tîne û bi rêya balafirên bêmirov û biçek sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, ruxmî wê jî nikare berxwedana gelê Kurd û gerîla têk bibe.
Ehmed bang li ciwan û werzîşvanan kir ku şopdarên rêya şehîdan bin û heta dawiyê li ber xwe bidin.