ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ji Amûdê heta Qamişloyê meşa 'Komkujiya Parîsê'
Ji bo sê jinên Kurd ên şoreşger ku beriya neh salan li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, ji bajarê Amûdê heta Qamişloyê meşeke dirêj dest pê kir. -
'Êrişên li ser Şoreşa Rojava xweranegirtina li têkçûnê ye'
Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso got, "Dewleta Tirk ku nekarî xwe li têkçûna DAÎŞ'ê ya li Kobanê rabigire, her tim ji Kobanê aciz bû û her cara firsend dît, êriş kir." Eyşe Hiso destnîşan kir ku wê bi xurtî li dijî van êrişan têbikoşin. -
Dewleta Tirk êşkence li sê welatiyên Ereb kir
Dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Kobanê û Rihayê de bi avayeke hovane êşkence li 3 welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî kir. -
Dewleta Tirk li Efrînê 4 kes revand
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Celemê ya girêdayî navçeya Cindirêsê 4 kes ji bo fîdyeyê revand. -
Efrîniyan bi meşeke bi heybet sê jinên şoreşger hatin bîranîn
Şêniyên Efrînê bi meşeke girseyî ya bi heybet sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin di 9’mîn salvegera şehadeta wan de bibîranîn. -
Xelkê Qamişlo li dijî PDK’ê daket qadan
Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişloyê bi armanca şermezarkirina girtina deriyên sînor yên ji aliyê PDK’ê ve daketin qadan. -
Li Girê Spî 6 welatî hatin revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî 6 welatî revandin. -
Di êrişên dagirkeriyê de kesek şehîd bû 11 kes jî birîndar bûn
Di êrişa dewleta Tirk de ya ku biribû ser Kobanê û Girê Spî kesek şehîd bû û 11 kes jî birîndar bûn. -
Dagirker êrişî Kobanê û Girê Spî dikin – NÛ BÛ
Dewleta Tirk a dagirker êrişî gundên Kobanê û Girê Spî dike. Li Kobanê di teqînan de 2 kes birîndar bûn. -
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan: Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan diyar kir ku wê li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedanê geştir bikin û got “Em ê herêmê û gelê xwe biparêzin.” -
Li Kobanê teqîn: 2 birîndar
Li Kobanê teqîn. Di encama teqînê de du kes birîndar bûn. -
Artêşa Tirk gundên Girê Spî topbaran dike - NÛ BÛ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundênEl Cirin, Xanê, Erîda, Siwan û Bîr Ereb yên Girê Spî bi topbaran dikin -
Çeteyan li gundê Qurtqolaqê yê Efrînê dar birîn
Çeteyên Sultan Murad ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şera gelek dar birîn. -
Bi sedan kesî serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG'ê Birûsk Botan kirin
Ji bo şervanê YPG'ê Fûat Azrak (Birûsk Botan) ku 2'ê Çileyê li Hesekê di dema perwerdeyê de ji ber qezayê şehîd bû, konê sersaxiyê hate vedan. Bi sedan kesî serdana kon kirin. -
Şêniyên Girkê Legê çalakiya li Sêmalka wergirtin
Di roja 95’emîn a çalakiya li Sêmalka de şêniyên Girkê Legê çalakî wergirtin. -
QSD’ê bîlnaçoya 2021’an a sûcên dewleta Tirk eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dagirkeriyê ya 2021’an a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir û got nêzîkatiyên raya giştî bûye sedemê pêkhatina wan êrişan. -
Çalakiya li Sêmalkayê 94 roj li pey xwe hişt, hê jî cenaze nedane
Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê ku ket meha xwe ya 4’mîn bi biryardarî didome. Di devrgirtina îro ya çalakiyê de helwesta PDK’ê hat şermezarkirin û hat gotin ku redkirina radestkirina cenazeyan ji aliyê PDK’ê dûrî nirxê mirovî ye. -
Li Qamişlo û Hesekê bîranîna şehîdan
Xelkê Qamişloyê 91 şervanên ku sala 2014'an di pêngava rizgarkirina Til Berak û Til Hemîsê de şehîd bûn, bi bîr anî. Li Hesekê jî cenazeyê şehîdekî hate veşartin. -
Dewleta Tirk li Til Temirê êriş bir ser kedkarên elektrîkê
Li Til Temirê ku dewleta Tirk a dagirker rojane êrişan dibe ser, vê carê jî xebatkarên ku hewl didan xeta elektrîkê sererast bike, bûn hedefa êrişan. -
Şervanê YPG'ê Birûsk Botan şehîd bû
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Birûsk Botan 2'ê Çileyê ji ber qezayekê şehîd bûye. -
KON-MED: Ji bo 3 jinên Kurd em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin
KON-MED'ê ji bo çalakiyên li Elmanyayê banga tevlîbûnê kir û got, "Di salvegera Komkujiya Parîsê de em bi ruhê seferberiyê tevlî çalakiyan bibin û hesabê komkujiyan bipirsin." -
Dewleta Tirk bombe li ser Til Temirê barand
Dewleta Tirk a dagirker bombe li ser Til Temir a girêdayî Kantona Hesekê barand. -
Ciwanên Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi armanca şeremzarikirina êrêşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê ku di encamê de 6 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bûn, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê – Efrînê, meşek bi meşeleyan li dar xist. -
Dewleta Tirk li Racoyê du kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Racoyê ya Efrînê du sivîl revandin. -
Çalakgerên Sêmalkayê: Dorpêçkirin nikare bi me; em daxwaza cenazeyên şehîdan dikin
Li Sêmalkayê ji PDK'ê re hate gotin, ku bi siyaseta dorpêçkirinê ew serê xwe natewînin û cenazeyên şehîdan careke din ji PDK'ê hate xwestin.