Êrişên li ser Til Temir û Zirganê dewam dikin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyên Zirgan û Til Temirê yên Kantona Hesekê dewam dikin. Di van êrişan de herî kêm 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 17 kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker şeva Sêşemê li ser navçeya Zirganê dest bi êrişeke giran kir. Li Til Temirê jî 22'ê Kanûnê bi taybetî hewl da ku nuqteyên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî yên li bakurê navçeyê dagir bike.

Êrişên dewleta Tirk ji baregehên li gundên Dawûdiye, Iniq El Hewa û Bab El Xêr ên dagirkirî tên kirin. Êvara Çarşemê jî herêm ji nû ve hate bombekirin.

Bombardûmana roja duyemîn li hemberî gundên Esediye, Xirbet Şeîr, Dada Ebdal, Til El Werd, Til Hermele, Rebîat û Til Şeîr ên li rojava, bakur û başûrê Zirganê hate kirin. Di nava du rojan de herî kêm 180 topên hawanê li vê herêmê ketin. Xisara madî li gundan bû.

Di êrişan de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, yek jê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 14 kes jî birîndar bûn.

Roja Sêşemê saet di 17:30'î de gundên Til Şenan, Til Cûma, Um El Kêf, Til Krabît û Tawîle yên li rojava û rojhilatê Til Temirê hatin bombekirin. Di van êrişan de jî 3 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn, xisar li malên gundiyan bû.

Dewleta Tirk a dagirker roja Çarşemê hewl da gundê Um El Kêf ê Til Temirê dagir bike. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bersiv dan êrişan û di şer de du çeteyên Enqereyê hatin kuştin. Çeteyek jî birîndar bû.