Hêzên PDK'ê bi fermana dewleta Tirk 3 ciwan revandin

3 ciwanên ku dîmenê bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Guherzê weşandin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, li ser daxwaz û berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker, hêzên PDK'ê li gundê Guherzê yê bajarokê Dêralokê yê navçeya Amediyê ya Dihokê komek ji ciwanan binçav kirin.

Hate ragihandin ku piştî di 20’ê Mijdarê de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê çalakiyek dijî leşkerên dagirker pêkanî, artêşa Tirk a dagirker herêmê bombebaran kir. Hejmarek ciwanên ji gundê Guherzê, bi telefonên xwe dîmenê bombebaran û êrişa dewleta Tirk a dagirker qeydkirin û belavkirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ew ciwan ji baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ve hatine dîtin û demildest ferman ji bo çekdarên PDK’ê hatiye dayîn ku wan ciwanan binçav bikin. Li ser daxwaza artêşa Tirk a dagirker jî çekdarên PDK’ê bi ser gundê Guherzê de girtin û ciwanên bi navê Awar Mihemed Tahîr, Rêdûr Tofîq û Amed Tofîq revandin.

Hate diyarkirin ku ciwanên hatîn revandin 3 rojin li asayîşa Dêralokê têne girtin û telefonên wan jî jê hatine girtin.

Beriya niha jî Menaf Nezmî, Xalid Necîb, Ehmed Îbrahîm, Talib Musa, Hewar Musa, Îbrahîm Cebraîl û Bedel Nurî bi heman sedemê bi 6 mehan ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin û bi awayekî tund êşkence lêhatibûn kirin.

Hêjayî gotinêye ku di nava çend rojên borî Rojnews dîmenên çêkirina rê û baregehên nû ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li gundê Guherzê ku çekdarên PDK’ê çavdêrî û parastina wan dikir, belavkiribû.