Li Zirganê 3 kes şehîd bûn, 3 zarok birîndar bûn - NÛ BÛ

Di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de sê kes şehîd bûn û 3 zarokên bira birîndar bûn.

Di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Rebîat ê Zirganê de jina bi navê Melka Ehmed Îd (30) û dayika wê Fesla Îd (60) şehîd bûn. Welatiyê bi navê Salîh Hemîd El Hisên (60) ê ku birîndar bû, li nexweşxaneya Hesekê şehîd bû.  Her wiha Cûdî Îd (4) Cûrî Îd (11) û Ehmed Îd (8) birîndar bûn.

Hate zanîn ku di encama topbaranê de 3 endamên hêzên hikûmeta Şamê birîndar bûne.