KCDK-E: Em xwedî li saziyên xwe yên li Londonê derkevin
KCDK-E'yê nerazîbûn nîşanî serdegirtinên li Londonê da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li saziyên xwe û welatparêzên hatine binçavkirin derkeve."
KCDK-E'yê nerazîbûn nîşanî serdegirtinên li Londonê da û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li saziyên xwe û welatparêzên hatine binçavkirin derkeve."
KCDK-E'yê têkildarî serdegirtinên li paytexta Îngilistan Londonê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Serê sibehê polîsên Îngiliz avêtin ser Navenda Civaka Kurd a li paytexta Îngilistan Londonê. Li Londonê her wiha avêtin ser malên gelek welatparêzan û siyasetmedaran û binçav kirin. Navenda Civaka Kurd ku rêyên ber bi wê ve hatin girtin, hate dorpêçkirin. Malên welatparêz û siyasetmedaran ên serdegirtin li wan hate kirin bi kêfî hatin belavkirin."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê, xebatkarên meclîsê û siyasetmedar hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina li malan de tundî kir û bi kelepçekirinê helwesteke tund nîşan da.
Weke KCDK-E em van serdegirtinên li Londonê şermezar dikin. Helwesteke bê qebûlkirin nîne ku besabep kiryarên bi vî rengî li navendên civaka demokratîk bêne kirin. Her wiha di serî de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hemû welatparêz û siyasetmedarên hatine girtin, em dixwazin ku bêne berdan.
Em careke din dibêjin, ev helwest û helwestên bi vî rengî yên li hemberî saziyên demokratîk ên gelê Kurd helwestên bêkêr in. Ev helwesta ku gelê Kurd û saziyên wan krîmînalîze dike, êrîşek li ser mafê demokratîk, azadî û rêxistinbûnê ye.
Em bang li gelê xwe yê li Îngilistanê dikin ku xwedî li saziyên xwe û welatparêzên hatine binçavkirin derkeve."