Çalakvanên Sêmalkayê: Em xiyaneta PDK’ê eşkere dikin

Şêniyên Dirbêsiyê ku çalakiya konê ya li Sêmalkayê devrgirtin diyarkirin ku tevî hemû siyasetên zextê yên PDK’ê jî ewê çalakiya xwe bidomînin.

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê,  çalakiya konê ya ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 84’an de berdewam dike.

Çalakî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê ve ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê ya li Xelîfanê de şehîd bûne hatiye lidarxistin. Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê çalakiya îro dewr girtin.

Şêniyê Dirbêsiyê Bircis Seydo diyarkir ku ewê heta  wergirtina cenazeyên şehîdên xwe çalakiyên xwe li dar bixin û got: “Banga me li PDK'ê, cenazeyan radestî malbatên wan bikin. Ji ber ku şehîd pîroz in û em heta wergirtina cenazeyên xwe dev ji çalakiyên xwe bernadin.”

Seydo di dewama axaftina xwe de bal kişande ser girtina deriyên sînor ên ji aliyê PDK’ê û anî ziman: “Derî bi hinceta ku ciwanan berê xwe da deriyê Pêşxabûr hate girtin, lê ev hincet nayê qebûlkirin û ne mentiqî ye. Bi armanca zext li çalakgeran bikin, derî girtin da ku çalakiyê bi dawî bikin.” Di dawiyê de Seydo destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan ji nêzî 3 mehan ve konê çalakiyê vegirtiye ku cenazeyên şehîdan werbigirin.

Li aliyekî din jî welatiyeke din ê bi navê Mihemed Remedan jî diyarkir ku ew ji bo piştgiriya bi malbatên şehîdan re berê xwe dane deriyê Sêmalkayê ku cenezayên şehîdan wergirin û got; “Em ji bo eşkerekirina rastiya PDK’ê û îxaneta wê ji kurdan re li bin konê ne.”