Rêveberiya Xweser xwedî amadekariyên berfireh e

Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê got, di sala nû de hem ji bo metirsiyan beralî bikin hem jî sazîbûna sîstemê temam bikin, amadekariyên wan ên mezin hene.

Alîkara Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê li ser karên sala 2021'ê û stratejiya sala 2022'an ji ANF'ê re axivî.

Emîne Osê diyar kir ku sala 2021'ê tevî gelek serketinan her wiha pêvajoyeke zehmet bû û got, "Beriya her tiştî ambargoyên mezin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn. Her wiha êrişên li ser herêmê jî qet nesekinînin. Bêguman gavên mezin jî hatin avêtin. Yek ji van jî hevdîtinên dîplomatîk ên bi gelek welatan re bûn. Di encama van hevdîtinan de, qertên di destê wan hêzên ku xwe weke 'muxalefetê' pênase dikin şewitîn. Hevdîtinên Cenevre, Asta û Komîsyona Destûra Bingehîn bêencam man. Gelek deriyên dîplomatîk li me vebûn."

Li ser hewldanên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser Emîne Osê got, "Li ser bingeha hewldanên me yên siyasî û dîplomatîk, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser kar hate kirin. Bêguman ji aliyê eniya dîplomatîk ve me hewl da zemînekê ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê ava bikin. Em ê hewldanên xwe yên ji bo destnîşankirina rêya çareseriyê hem ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî ji bo tevahiya Sûriyeyê xurtir bikin."

Têkildarî stratejiya sala 2022'an a li ser têkiliyên siyasî Emîne Osê got, "Stratejiya me wê bi giranî li ser bingeha xurtkirina têkiliyên navbera gelên herêmê be. Di heman demê de ji têkiliyên bi welatên Ewropayê bêhtir em ê hewl bidin têkiliyên dîplomatîk bi welatên Rojhilata Navîn re xurtir bikin. Li cihên ku nûnertiyên me lê nîne, em ê nûnertiyên xwe vekin."

Ji bo gefên gengaz û amadekariyên li dijî gefan jî Emîne Osê got, "Hewldanên ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk a bi rêya şerê taybet wê sala 2022'an jî dewam bike. Dibe ku girantir bibe. Li aliyekî rêveberiya li Şamê hewl dide ku ji muxalefeta têkçûyî sûdê werbigire û xwe xurt nîşan bide. Li aliyê din jî gef û metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk. Weke rêveberiya xweser, ji bo têkbirina bandora şerê taybet wê karên me yên taybet hebin. Em ê hîn bêhtir giraniyê bidin ser rêxistiniyê. Piştî peymana civakî û hilbijartinan, yek ji karên me yên herî girîng wê sîstema me ya rêxistinî be. Karekî din jî wê ew be ku bi hemû derfetên xwe ji bo bêbandorkirina ambargoyê ji bo gelê xwe seferber bibin."

Emîne Osê têkildarî hevdîtinên navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de got, "Biryardariya hikumeta Şamê ya di neçareseriyê de, xemsariya li hemberî gel kir ku heta niha encamek bi dest nekeve. Rûsya û hêzên din ên derve jî ti carî ji bo çareseriyê neketin nava hewldanên cidî. Ev yek nayê wê wateyê ku me dest ji projeya xwe ya çareseriyê berdane. Pîvanên me yên bingehîn çareseriya navxweyî ye. Em timî ji bo çareseriyê û diyalogê hewl didin."

Li ser êrişên leşkerî yên li ser herêmê Emîne Osê got, "Yek ji projeyên ku me ji bo sala 2022'an danîne pêşiya xwe pêşîgirtina li van êrişan e. Em xwedî vê hêzê ne. Êrişên leşkerî û şerê taybet wê ti carî bi ser nekevin. Gelê me wê her tim bi hêzên xwe re be û destketiyên xwe biparêze."

Têkildarî armanc û projeyên ji bo sala 2022'an de jî Emîne Osê got, "Ji bo xizmetên tenduristî, aborî, perwerde û şaredariyê budçeyek hate veqetandin. Di heman demê de ji bo peydakirina derfetên kar ji bo gel û debara gel a di nava şert û mercên gengaz ên şer de, karên me yên girîng hene. Em ê hewl bidin ku piştî peymana civakî û hilbijartinê rêxistinî û saziyan hemûyan xurtir bikin. Di vê mijarê de amadekarî hatin kirin. Rêxistiniyên ciwan, jin, aborî, tenduristî, şaredarî û perwerdeyê di nava hewldaneke mezin de ne. Saziyên me hemûyan plansaziya xwe ya salane amade kirin, li gorî vê yekê em dixwazin bi amadekariyeke xurt dest bi sala nû bikin û karên me danîne pêşiya xwe bi giranî bi ser bixînin."