'Dewleta Tirk bi giranî êrişî jinan dike'

Endama Koordînasyona Kongreya Star Ayşe Mahmûd bal kişand ser bandora şerê taybet ê dewleta Tirk a li ser jinan û got, ew li ber vê yekê radibin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Ayşe Mahmûd li ser karên sala 2021'ê yên tevgera jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna jinan û tundiya li dijî jinê ji ANF'ê re axivî.

Ayşe Mahmûd anî ziman ku Kongreya Star sala 2021'ê kongreya xwe ya 8'an li dar xist û got, "Ji tevahiya kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeê gelek delege tevlî kongreyê bûn. Gelek ji biryarên di kongreyê de hatin wergirtin bi cih hatin anîn. Ji xwe karên me yên salê bi giranî li ser van biryaran bûn. Me pêngavên xurt dane destpêkirin. Yek ji wan jî pêngava 'Na ji komkujî û dagirkeriyê re, em jiyanê û jinê biparêzin' bû. Di pêngavê de gelek perwerde û çalakî hatin lidarxistin. Yek ji biryarên sereke yên kongreyê jî azadiya Rêber Apo bû. Kar û çalakiyên me li ser vê bingehê hate meşandin."

Ayşe Mahmûd destnîşan kir ku nuqteyeke girîng a pêngavên îsal, çalakiyên jinên Ereb bûn û got, "Jinên Ereb her wiha li qadên xwe Yekîtiya Jinên Zenobiya ava kirin. Bi taybetî ji bo şikandina zîhniyeta DAÎŞ'ê xistiye nava civakê xebitî û hewl da ku civakê li ber vê zîhniyetê rake."

Ayşe Ahmed anî ziman ku di nava salê de gelek pirsgirêkên cidî derketin pêşiya wan û got, "Yek ji wan jî êrişên dagirkeriyê û gefên dewleta Tirk bû. Li hin deveran rêveberên me yên Kongreya Star bûn hedefa dewleta Tirk. Li Kobanê hevalên me şehîd xistin. Bêguman armanc ji van êrişan şikandina îradeya jinê ya têkoşer bû, lê belê dewleta Tirk negihîşt armanca xwe. Berevajî vê yekê şehadeta her hevaleke me daxwaza me ya ji bo têkoşînê mezintir kir.

Di nava civakê de jî bûyerên tundiyê rû dan. Ev bûyerên tundiyê jî bi rêya MÎT a dewleta Tirk li nava civakê hate meşandin, ku bi rêya polîtîkayên şerê taybet hate kirin. Çawa ku DAÎŞ'ê dixwest di nava civakê de vê zîhniyetê ava bike, bi heman rengî dewleta Tirk jî bi rêya bav, hevser, bira bû sedema mirina hin jinan. Li Hesekê qetilkirina zaroka bi navê Eydê bûyereke gelî giran û dilşewat bû. Em her tim li dijî vê têkoşiyan.

Dewleta Tirk jî her tim hewl da ku vê îradeyê û yekîtiyê bişikîne. Kengî me di nava civakê de yekîtî pêk anî, dewleta Tirk jî êrişî wê kir. Vê yekê car carna bandor li karê me kiribe jî me têkoşîna xwe dewam kir."

Li ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê Ayşe Mahmûd got, "Xwedîderketina li jinên li herêmên dagirkirî yek ji biryarên bingehîn ên kongreyê bû. Li van herêman bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê li hemberî jinan têne kirin. Komîteya me ya dîplomasiyê, li ser bûyerên bi serê jinên li van herêman tê gelek belge û dosya amade kir. Bi taybetî li Efrînê gelek jin hatin qetilkirin. Dewleta Tirk destûrê nade ku ji derve heyetek an jî çapemenî xwe bigihîna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dagir kiriye. Em bi rê û rêbazên cuda hewl didin xwe bigihînin jinan. Li wê derê destdirêjî, revandin, êşkence, zindanîkirin û qetilkirin bi serê jinan ve tînin."

Ayşe Mahmûd diyar kir ku li gel bel û dosyayên wan amade kirine jî di asta navneteweyî de bêdengî hîn jî dewam dike û got, "Tevî her tiştî jî ji bo darizandina dewleta Tirk a dagirker a ji ber van kiryarên xwe, karê me dewam dikin."

Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Mahmûd anî ziman ku dewleta Tirk bi taybetî êrişî jin ên pêşeng dike û bi vî rengî dixwaze sîstema li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike û got, "Têkoşîna me ya li hemberî vê yekê, karê hişyarkirina civakê wê dewam bikin. Li hemberî vê yekê sala bê em ê bi perspektîf û bernameyeke hîn mezintir têbikoşin."