Li Efrînê 8 hezar kes hatine revandin, 650 kes jî hatine kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin û heta niha herî kêm 650 kes hatine kuştin, 8 hezar kes hatine revandin û tecawizî 70 jinan hatiye kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, bîlançoya sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji destpêka dagirkirina Efrînê ve di 18'ê Adara 2018'an de heya roja îro eşkere kir.

Bi dehan endamên rêxistinê, Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê, nûnerên partiyên siyasî li kampa Serdemê ya navçeya Ehsasê ya Şehbayê kom bûn.

Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê Nayîla Mehmûd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji roja yekemîn a dagirkirina Efrînê ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, binpêkirinên li dijî sivîlan, bi taybet li dijî Kurdan li pêş in. Kiryarên derexlaqî û dermirovî li dijî pêkhateyên ku li Efrînê mane, têne kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê ve bi sed hezaran şêniyên Efrînê yên resen ji tirsa ku komkujî li dijî wan werin pêkanîn ji warê xwe hatin koçberkirin.

Li gorî bîlançoyan "ji 18'ê Adara 2018'an ve û heta niha zêdetirî 300 hezar sivîl ji Efrînê koçber bûne. Koçberiya ji ber zextên dagirkeriya Tirk û komên çekdar ên Sûriyeyê yên girêdayî Tirkiyê berdewam dike, da ku malbatên çekdaran û malbatên ji tevahî herêmên binakok ên Sûriyeyê li şûna wan bi cih bike. Bi vê yekê demografiya herêma Efrînê biguherin."

PIŞTÎ DAGIRKERIYÊ HEJMARA KURDAN GELEKÎ KÊM BÛ

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî dagirkirina Efrînê, rêjeya Kurdan ji sedî daket kêmtirî 25 û hate destnîşankirin ku ev guhertina demografîk ya li Efrînê ya herî mezin e ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve di sala 2011'an û li gorî lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û hêzên herêmê û cîhanê de hate kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate domandin: "Derdora 400 hezar kesên ji herêmên din ên Sûriyeyê li tevahî gund û navçeyên Efrînê hatin bicihkirin. Ji ber hejmara zêde, zêdetir 30 kamp û 30 avahiyên mêtîngeriyê hatin avakirin."

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser guhertina nasnameya Efrînê û wiha hate domandin: "Cihên wê, kolan, dibistan, nexweşxane û hildana alên Tirkiyê li ser dibistan û cihên giştî. Hate gotin ku navî çerxerêya Newroz kirin Selahedîn. Her wiha navên cihên stratejîk yên Kurdî veguherandin navên Osmanî û alên Tirkiyê û wêneyên Erdogan li her cihî dailqandin. Ji wê zêdetir zimanê Tirkî derbasî dibistanan kirine. Navê nexweşaneya Avrîn bi Tirkî nivisandin ku berê bi zimanên Erebî û Kurdî hatibû nivisandin dîsa jî cihên pîroz û gorên Êzidiyan texrîb kirin. Ji bo temankirina guhertina demografîk, dagirkeriya Tirk nasnameyên Tirkî li sivîlên Sûriyeyê yên li herêmên dagirkirî ferz kirine."

HERÎ KÊM 8 HEZAR KES HATIN REVANDIN

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di 4 salan de, 8 hezar û 63 kes hatin revandin, çarenûsa piraniya wan ne diyar e. Hin din jî li beramberî fidiyê hatin berdan û ev sûc hîna berdewam in.

Her wiha hate diyarkirin ku 84 jin hatin qetilkirin, tecawizî 70 jinan hatiye kirin û 6 jinan xwe kuştine.

Derbarê bûyerên qetilkirinê de zêdetirî 655 sivîl hatine qetilkirin, ji wan 498 di encama bombebarana Tirkiyê û çeteyên wê yên Sûriyeyê de hatin kuştin û 90 kes jî di bin îşkenceyê de hatin qetilkirin. Her wiha zêdetirî 696 kes di encama bombebarana Tirkiyê û komên çekdar ên Sûriyeyê birîndar bûne, ji wan 303 zarok û 213 jin birîndar bûne. 217 bûyerên teqîna mayînan pêk hatin, zêdetir ji 333900 darên zeytûnê û darên din ên daristanan ji bo bazirganiya wan daran hatin birîn, zêdetirî 12 hezar darên zeytûnê û darên curbecur ên daristanî hatin şewitandin. Her wiha zêdetir ji sêyeka rûbera ku ji bo çandiniyê hatiye veqetandin, ku tê texmînkirin zêdetirî 11 hezar hektar ji dagirkirina Efrînê heta niha, desteserkirina bi hezaran malên sivîlên bi darê zorê û girtina wan di girtîgeh û navendên komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

Dibe ku herî zêde ziyanên madî, talan û dizî ku ji aliyê çekdarên dagirkeriya Tirkiyê ve tê kirin, desteserkirina berhemên zeytûnan û hinardekirina wê ji sînorê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ku ji aliyê Tirkiyê ve sala borî hatiye avakirin, ji bo hêsankirina derbaskirina zeytûnan û tiştên dizîn û firotina wê wekî berhemeke tirkî li bazarên cîhanî yên wekî Îspanya û Amerîkayê.

Têkildarî wêrankirna cihên dîrokî, hate gotin: "Piraniya cihên dîrokî û şûnwarî yên ku di lîsteya UNCESCO'yê de di êrişan de hatin wêrankirin. Mînak, perestgeha Eyn Dara, Nebî Horî, Şikefta Dewderiyê û goristana Mar Maron."

60 CIHÊN DÎROKÎ HATIN TEXRÎBKIRIN

Rêxistinê di daxuyaniya xwe de ku xwe dispêre Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê got: "Li herêma Efrînê derdora 75 girên dîrokî hene, dagirkeriya Tirk û çekdarên wê piraniya wan kolandin û şûnwarên wan talankirin. Zêdetirî 59 şûnwar û girên dîrokî û depoyek hatin wêrankirin, zêdetirî 28 gorên mezin û olên cûda hatin xirabkirin, û goristaneke veguherandin sûka sewalan. Her wiha sika tirênê ya ji Meydan Ekbis a navçeya Raco, Kefer Cene û Qetme yên navçeya Şera rakirin û firotin bazirganên Ezazê."

Di daxuyaniyê de behsa binpêkirinên sala 2021'an de hate kirin û wiha hatin rêzkirin.

Qetilkirin: 51, di nav de 14 jin û 13 zarok in.

Revandin û girtin: 718, di nav de 82 jin û 25 zarok in.

Wêrankirin û dizîkirina cihên dîrokî: 17

Qutkirina daran: 23 hezar û 500 dar hatin birîn, ji kokê hatin rakirin û şewitandin. Her wiha hatin desteserkirin da ku li şûna wan avahiyên mêtîngeriyê werin avakirin.

Guhertina demografîk: Zêdetirî 30 mêtîngeh hatin avakirin, ji wan; Kiwêt, Rehma, gundê Şamiyê, gundê Besmê. Ev mêtîngeh bi desteka komeleyên tirk, qeterî û kuwêtê (Komeleya Beyan a Qeter- Tirkiyê, Komleya Eyş Bî Kerama ya Filistîn 48 û Komeleya Îhsan a Xêrxwaziyê) hatin avakirin.

Zêdetirî 160 mal hatin desteserkirin û zêdetirî 75 mal û bi dehan dikan hatin firotin.

Rêxistina Mafên Mirovan di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî, mirovî, di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Mafên Mirovan û UNECEF, UNESCO kir ku erka xwe ya exlaqî, mirovî û qanûnî li hemberî Efrînê bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin da ku sûcên xwe rawestîne, hêzên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne û vegera ewle ya koçberan li warê xwe dabîn bike.

Her wiha banga hesabxwestinê ji dewleta Tirk a dagirker, şandina alîkariyên mirovî ji bo şêniyên Efrînê kir da ku "warê ku ji ber sûcên dagirkeriyê wêran bûne, ji nû ve ava bikin".