Şehîd Nûjiyan Ocalan hate oxirkirin

Cenazeyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan) di encama êrîşa li ser Kobanê de şehîd bû, li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ji aliyê hezaran kesî hate oxirkirin.

Cenazeyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Emîne Mihemed (Nûjiyan Ocalan) di encama bomebebarana dewleta Tirk a dagirker a li Kobanê de di 25’ê Kanûnê de bi 4 hevalên xwe re şehîd bû, li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ji aliyê hezaran kesî hate oxirkirin. Cenazeyê Nûjiyan Ocalan ji nexweşxaneya Avîn ya Kantona Şehbayê hate wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ve ketin rê.

Bi tevlîbûna hezaran kesî li goristanê merasîmeke hate lidarxistin. Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê Menal Şêxo sersaxî ji malbata Nûjiyan û tevahiya gelê herêma Efrînê re xwest.

‘JI BO BERXWEDANA ME BIŞKÎNE ÊRÎŞ DIKE‘

Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan dixwaze berxwedana me lewaz bike û got: “Bi hemû rêbazan dagirker êrîşî li ser Kurdan dike. Li Efrînê bi rojane dagirker sûcên şer dike. Bênavber êrîşî welatiyên sivîl de û sivîlan qetil dike. Em bang li rêxistinên mafên mirovî û hiquqnas dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin, hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin û wê ji herêmên Sûriyê yên dagirkirî derxe."

Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Avdar Elo nasnameya şehîd Nûjiyan xwend û radestî malbatê kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.

Meresim bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.