Pêkhateyên TEV-DEM’ê çalakiya li Sêmalkayê wergirtin

Saziyên girêdayî TEV-DEM’ê çalakiya bi kon a li Sêmalkayê wergirtin û diyar kirin girtina deriyên sînor komplo ne.

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya bi banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehdî bûne di roja xwe ya 87'an de berdewam dike.

Hêzên PDK'ê 28-29'ê Tebaxê li herêma Xelîfanê kemînek ji 7 gerîlayan re danî.  Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê, ji ber kemînê 5 gerîla şehîd bûn, yek birîndar bû û dîl hate girtin û yê din vegeriya nuqteya xwe.

Saziyên civaka sivîl ên TEV-DEM'ê yên bajarê Hesekê çalakiya îro dewr girtin.

Çalakvanan li ber deriyê Pêşxabûr deqîqeyekê rêz girtin. Paşê hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya TEV-DEM'ê yê Hesekê Ferhan Dawud axivî. Ferhan Dawud şehîdên azadiyê bi bîr anî û kiryarên PDK'ê yên radestnekirina cenazeyên şehîdan û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Ferhan Dawud got, “Dijminê gelê Kurd hewl dide bi rêya derxistina nakokiyên di navbera gelê Kurd de, Peymana Lozanê pêk bîne.”

Dawud her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku berpirsyartiyên xwe li hemberî şehîdan pêk bînin û ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan destekê bide çalakiya wan.

Dawud îşaret pê kir ku biryara girtina deriyên sînor bi hinceta çalakiya ciwanan "derew e" û got, “Ev biryar komployeke navneteweyî ye ku faşîzma Tirk pêşengtiya wê dike da ku îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişkîne.”