Rewşa aborî ya Sûriyeyê her ku diçe xerabtir dibe

Rewşa giran a aborî li Sûriyeyê bûye mijar û pirsgirêka sereke ya gel û pêkhateyan. Pêwîstiyên sereke yên ji bo debarê êdî bi zehmetî bi dest dikevin.

Welatek ku di bin barê şerekî deh salan de ye, tiştekî normal e ku rû bi rûyê hilweşîneke aborî bibe, lê helbet encamên wê yên mezin û xirab li ser welatiyan hene. Piştî şerê cîhanî yê duyemîn, rewşa Sûriyê dibe çîroka herî trajik.

10 sal li ser şerê Sûriyê derbas dibe, îro Sûriye rastî krîzeke mezin tê. Her wiha rewşa jiyana xelkên wê jî roj bi roj aloztir û xirabtir dibe. Wisa bûye ku hemû hewildanên wan tenê ji bo peydakirina pariyek nan e, tiştên din mîna sotemenî, navgînên gihandinê û pêywendiyan ji wan re bûye tenê tiştên kêfxweşiyê û pêwîstî bi wan tune ye. Ji xwe UNÎCEF'ê diyar kiribû, ku zêdetirî 60% yanî zêdetirî 12 mîlyon kes wê bi birçîbûyîneke mezin re rû bi rû bimînin. Ji ber ku Lîreya Sûrî li ber dolar û diravên dîtir her ku diçe bê nirx dibe û êdî kirîna pêdiviyên debarî û bi taybet kirîna xwarinê kêlî bi kêlî buha dibin û heqdest jî li gor van buhabûyînan pir kêm e. Ji xwe sedema daketina qîmeta Lîreya Sûriyê di van salên şer de ew e ku destpêkê zirara herî mezin gihaşt hilberîna berhemên welat. Her wiha bandora cezayên pêkanînê yên dewletên rojavayî jî li ser daketina nirxê lîreya Sûriyê hebû. Ev sedem hemû nirxên veguhestin û hilberîna tiştan buha kiriye. Her wiha diravên biyanî zêde hatin bikaranîn û hin deshilatan ji qelsbûna xwe siyasetên aborî û darayî bi kar anîn, piştre bi derketina vîrûsa koronayê re jî pirsgirêka aborî ya li welat kûrtir kir.

Her wiha bandora krîza aborî ya li Lubnanê jî li ser rewşa aborî ya Sûriyê û li ser lîreya Sûriyê jî heye, ji ber ku derdora 10 heya 40 mîlyar dolar hesabên Sûriyê di bankên Lubnanê de hene. Ji xwe ev hesab jî ji hêla karsazan ve tê bikar anîn. Sedema din jî daketina qîmeta hewaleyên diravî ên ku ji derve tên e û sedema sêyemîn jî ew e ku piştî teqîna bendera (perav) Beyrûtê, êdî bazirganiya transîtê kêm bû û her wiha hin hawirdeyên Sûriyê hate rawestandin.

Rewşa aborî ya Sûriyeyê beriya sala 2010’an weke yek ji aboriyên herî cihêreng ên welatên pêşketî dihat naskirin û li gor daneyên Sindoqa Erebî ya Pêşxistina Aborî û Civakî, Sûriye di navbera 75 û 85% xwarin, derman, cil û pêlavên xwe hildiberand û ji zêdetirî 60 welatî re dihate henardekirin.

Îro welat di hemû aliyan de di bin asta hilweşînê de ye. Ji bo wê jî divê çareseriya krîza aborî li ser bingeha stratejiyên ciddî ava bibin û sedemên ku zext li aboriya welat kirî li ber çavan bigire. Di nav wan de divê lihevhatineke herêmî û navneteweyî pêk were û ya herî girîng gihaştina çareseriyek siyasî ji bo kirîza Sûriyê ya ku 11 salên wê qediya ye. Çareseriyek wisa wê derfetê bide Sûriyê ku ji nû ve bibe cihê veberhênanên cîhanî û wê cezayên pêkanînê yên dewletên rojavayî jî ji holê rake.