QSD'ê êrişa li ser Eyn Îsayê têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku êrişa dewleta Tirk a li ser gundekî li rojhilatê Eyn Îsayê hatiye têkbirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dagirkeran êriş birin ser gundê Sakîro yê li rojhilatê Eyn Îsayê.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker saet 01:00 ê derengî şevê hewl dan bikevin gundê Sakîro. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva wan dan, hejmarek çete birîndar bûn û yên din reviyan.

Şer derdora 30 deqeyan dewam kir, çekên giran, navîn û sivik hatin bikaraîn. Di heman demê de balafirên keşfê yên dagirkeriya Tirk li eniyên şer geriyan."

Di nav 15 rojan, ev cara sêyemîn e ku artêşa Tirk û çeteyên di ketina gundê navborî de têk diçin."