Dewleta Tirk a dagirker gundê Bab û Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker heta saetên şevê gundên Bab, Minbic, Şehba û Girê Spî topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe DAIŞ û El Nusra bi obus û topan êrîş baregehên Şêx Nasir, Şiwêha û Zerzûr ên  rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî derdora bajarokê Erîma, gundê Yalnî, Mezreya Fewaris, Qert Qêran ên Babê kir.

Di heman demê de ji baregehên li gundên Yaşlî û Kerbcelî, gundên Mehsenlî û Ereb Hesen, Eseliyê, Camûsiyê û Seyada yên dikevin bakurê Minbicê topbaran dikin.  Bi dehan guleyên hawan li cihên sivîlan ketin.