Şêniyên Holê êrişên dagirkeriyê şermezarkirin

Welatiyên navçeya Holê bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û li dijî êrişan peyama têkoşîna dan.

Şêniyên navçeya Holê ya girêdayî Hesekê bi meşekê  êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zirgan, Kobanê û Til Temirê şermezar kirin.

Şêx û rûspiyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û ciwanên şoreger tevlî meşê bûn.

Meş ji pêşiya  avahiya Lêkolînên Perwerdeyê destpê kir û ber bi çerxerêya ketina navçeveyê ve dewam kir. Di meşê de diruşmeyên ku bang li dewletên garantor dike ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bi dawî bikin, hatin berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re" û wêneyên rêber rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hatin vekirin.

Meş li çerxerêya sereke ya ketina navçeyê veguherî mîtîngê û li wir hevserokê Meclisa Navçeya Holê Ziyad Hesen axivî, êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser ciwanên Kobanê şeremzar kirin û bang li dewletên garantor kr ku erka xwe il hemberî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih bînin.

Li aliyekî din jî endama rêveberiya Kongra Star a Holê Menal Hisên axivî û got: "Divê em li dijî êrişên ku ewlehî û aştiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef, her wiha li dijî kiryarên dewleta Tirk a faşîst û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajarê Kobanê, Zirganê û gundewarê wê bisekinin."

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Elî Sultan jî axivî û ev tişt got: "Di demeke ku Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser hemû astên siyasî, civakî û leşkerî serkeftinan qezenc dike, artêşa Tirk hîn jî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî sivîlan sûcan pêk tîne, ji wan Zirgan, Şengal, Til Temir û Kobanê ku di encamê de 5 kes şehîd bûn."

Sultan wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em soz didin şehîdîn xwe ku em ê heta rizgarkirina erda Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdewamkirina projeya ku ji bo wê hatin hedefgirtin şopdarên wan bin, her wiha li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê bisekinin."

Mîtîng bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.