Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê hate pêşwazîkirin

Cenazeyê şehîd Nûjiyan Ocalan li Şehbayê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê ji bo pêşwazîkirina cenazeyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Nûjiyan Ocalan a ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser Kobanê de şehîd bûbû, li deriyê ketina navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê kom bûn. Di pêşwazîkirinê de bi tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan, silavkirina berxwedana ciwanan û şeremzarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêşwaziya cenaze kirin.

Paşê cenaze bi kerwanekî ji sedan erebeyan ber bi nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ve birin.

Cenaze dê sibe saet 12:00'an bi merasîmekê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehdasê were veşartin.

25'ê Kanûnê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li taxa Şehîd Peyman a rojhilatê bajarê Kobanê malek bombebebaran kir, di encamê de 5 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan şehîd bû û 4 birîndar bûn.