Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlancoya sala 2021’an eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encama operasyonên xwe yên sala 2021’an eşkere kir û diyar kir ku "Hêzên me 82 şaneyên terorîst bê bandor kirine."

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhlatê Sûriyê ya li avahiya xwe ya li Qamişloyê civînek li dar xist û encama operasyonên xwe yên 2021’an bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Em sala nû li hemû gelê xwe pîroz dikin û soz didin ku em ê bi berdewamî bixebitin da ku ewlehî û aramî li herêmên me bi ser bikeve û li hember hemû komplo û fitneyan bibin mertal. Her wiha em ê bi gelê xwe re xebatên xwe parve bikin da ku bi hev re hemû komplo û zextan têk bibin.

Gelê me li herêmên dagirkirî rastî zilm, zordarî, koçberkirin, girtinên keyfî, desteserkirina milkên taybet û talankirina cihên giştî tê.

Herêmên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şêweyên cuda rastî şerên dijwar hatine, çi bi rêya dorpêçkirina aborî û çi jî hewldana belavkirina madeyên hişbirê di nav gelê me de.

Hêzên me dema erka xwe ya parastina gel ya îsal bi cih anî, 87 endamên me yên qehreman canê xwe feda kirin.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê ji bo pêşxistina endamên xwe û derfetên ji bo berjewendiya civaka xwe bixebitin. Hejmara dewreyên perwerdeyê yên hêzên me de gihaşt 83 dewreyên perwerdeyê.

Hejmara endamên ku dewreyên perwerdeyê dîtine; 3 hezar û 455 kes, di nav de 612 endamên jin in.

Fakulteya Hêzên Ewlekariyê ya Zanistên Polîsî hate vekirin û fakulte ji bo perwerdekirina efserên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e.

Di saziyê de komîteyeke şopandin û çavdêriya hundirîn hate avakirin ku ev komîte li gorî rêgezan bi rêvebirin û şopandina xebatên saziyê re têkildar dibe û li navenda giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li hemû navendên herêman hate avakirin.

Li ser bingeha pêdiviyên ewlehiyê, navendek hate çêkirin ji bo parastina li ser rêya ku bajarên Hesekê û Reqayê bi hev ve girê dide.

Her wiha nivîsgeheke taybet ji bo kar û barên girtiyan hate avakirin, bi armanca afirandina rêgezên ji bo pêşxistina hevkariyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyan de li herêmên cuda yên Rêveberiya Xweser û parastina mafên kesên ku ji aliyê hêzên me ve hatine girtin û pêwîstiya agahdarkirina malbatên wan têkildarî cih û sedemên girtina wan.

Her wiha li her herêmekê di navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de nivîsgeha kar û barên girtiyan û li bajarên wekî Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê gelek navendên me hatin vekirin.

Gelek hemle ji aliyê hêzên me ve hatin destpêkirin, wekî hemleya ewlekariyê li kampa Holê ji bo têkbirina terorê û kiryarên sûcdar ên di hundirê kampê de, her wiha hemleya "Jiyan berpirsyarî ye" ji bo rêgirtina li bazirganiya madeyên hişbirê û belavkirina wê di nava gelê me de ji ber metirsiya li ser jiyana zarokên me û bandora wê ya neyînî ya li ser pêşketina civakê û hilweşandina binesaziya wê ya exlaqî. Hêzên me li hemû herêman dest bi hemleyeke berfireh ji bo kontrolkirina belavbûn û çekên bêdestûr kir û li gorî yasayê ji firoşkar û qaçaxçiyên çekan hesab bipirsin û hem jî hemleya desteserkirina pereyên sexte û ji hemû kesên ku wê di bazaran de belav dikin, ji ber encamên wê yên neyinî li ser ewlehiya aborî li herêmên me û veguhastina wan bo dezgehên dadgeriyê da ku cezayên xwe li gorî yasa û rêzikên heyî bigirin.

Daneyên xebatên hêzên me yên îsal wiha ne:

Têkildarî şaneyên ku Saziya Ewlekariya Giştî girtine:

82 şaneyên terorîst hatin têkbirin.

Hejmara giştî ya girtiyên Saziya Ewlekariya Giştî gihaşt 372 kesan.

Her wiha gelek mayin hatin bêbandorkirin, hejmara wan gihaşt 101’an.

Hejmara teqînan jî gihaşt 202’yan.

Hejmara operasyonên ewlekarî yên hevbeş ên ku ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatine piştgirîkirin, gihaşt 95’an.

Hêzên me yên Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî li gorî daneyên jêrîn sûcên cur bi cur tespît kirine:

Hezar û 618 dosyayên madeyên hişbirî, di nav de 417 dosyeyên propagandayê, 919 dosyeyên bikaranînê û 282 dosyayên bazirganiyê ku hejmara miqtara madeyên hişbirê yên ku hatine desteserkirin, wiha ne:

Hezar û 232 kg heşîş.

Hezar û 653 kg heşîş.

4 hezar û 114 şitilên heşîşê.

277 cixareyên heşîşê.

Hejmara hebên hişbiriyê; 1.149.845.

Miqdara krîstalan; 16 hezar û 913 gram.

Miqdara madeya eroînê; 20 hezar û 145 gram.

Hejmara derziyên eroînê; 123.

Qaçaxçîtiya çekan; 61 dosye ku tê de 168 çek û 358 çekên cur bi cur hatin desteserkirin.

Hejmara bombeyên destan gihaşt 54’an.

Hejmara guleyan gihaşt hezar û 324’an.

60 dosyayên qaçaxçitiya berhemên şûnwarî ku hejmara wan 253 ye.

Tawanên kuştina bimebest an jî kuştinên bi şaşî gihaşt 131 bûyeran.

Hejmara dosyayên hewldanên kuştinê; 109.

Hejmara bûyerên xwekuştinê; 29.

Hejmara dosyayên kaxezên sexte; 521.

Hejmara dosyayên diravên sexte gihaşt 253’yan û pereyên ku hatine desteserkirin gihaşt 531 hezar û 270 dolarê amerîkî û milyonek 442 hezar lîreyê Sûriyê yên sexte.

Hejmara dosyayên diziyê; hezar û 318.

 

Hejmara bûyerên diziyê; 76.

Hejmara sûcên fihûşê; 27.

Hejmara sûcên revandinê; 23.

Hejmara dozên sextekariyê; 98.

Hejmara sûcên tecawizê; 11.

Her wiha hemû dosyayên kesên hatin desteserkirin û hatin girtin, bo Serdozgeriya Giştî hatin veguhastin.

Hejmara kesên hatine girtin; 33 hezar û 490.

Hejmara kesên ku serbest hatine berdan; 28 hezar û 642.

Her wiha Hêzên Hawarî 10 hezar û 205 gilînameyên şêniyên hemû navçeyên me wergirtin.

Çalakiyên lezgîn û ambulansê wiha ne:

- Bûyerên ku li hemû klînîkan hatine wergirtin: 5 hezar û 87.

- Rewşên sar: 2 hezar û 246.

- Rewşên awarte: 2 hezar û 841.

- Rewşên ku hatine bersivandin: Hezar û 876.

Têkildarî Rêveberiya Trafîkê

- Li gorî guhertinên ku li herêmê çêdibin û bikaranîna kampeyên trafîkê li ser rêyên sereke, ji nû ve hate avakirin û li ser hejmara navendan û hebûna wan hate nirxandin û hejmara endamên girêdayî Rêveberiya Trafîkê hate nirxandin. Her wiha hejmara endamên wê ji sedî 23 hatin kêmkirin.

- Sîstema nimareyên erebeyan yên demkî hat aktîfkirin.

- Xebata li ser dayîna ruxseta dibistanên ajotinê yên sivîl dest pê kir.

Di berdewama pêvajoya pêşxistina sazî û sîstema ewlekariya hêzên xwe de, em li ser van mijaran dixebitin:

- Amadekariyên konferansa sêyemîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komîteyên ku dê ji hemû herêman beşdar bibin û li ser lêkolîna mekanîzmaya karê saziyê gotûbêj bikin, hatin avakirin.

- Avakirin û nirxandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî lêkolîn, konferans û guhertinên tê de çêdibin.

- Amadekirina tedbîrên derçûnê ji bo dewreya yekemîn a Fakulteya Zanistên Polîsî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

- Ji bo efseran jî akademiyeke taybet tê amadekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinan:

Akademiya Şehîd Hêra 216 hevalên jin di 6 dewreyên perwerdeyê re derbas kirin.

Hemû navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan 2 hezar û 613 gilî pêşwazî kirin û daneyên giştî ev in:

5 dosyayên bikaranîna madeyên hişbirê.

8 dosyayên sextekariya kesayetî.

6 dosyayên sextekariyê.

13 dosyayên kuştinê ku jin tê de sûcdar in, 77 dosyayên kuştinê ku tê de jin bûne qurbanî.

Hejmara dosyayên xwekuştinê gihaşt 25 bûyeran û 51 jî hewldanên xwekuştinê ne.

Em bi navê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Noelê li hemû pêkhateyên gelê me pîroz dikin û hêvî dikin ku ev sal bi aramî û aştî derbas bibe."