Artêşa Tirk li Girkê Legê welatiyek birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker gundê Banokiya yê Girkê Legê gulebaran kir û di encama gulebaranê de welatiyek bi giranî birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Banokiya yê Girkê Legê gulebaran kir û di encama gulebaranê de şivanê pez ê bi navê Elî yê ji Til Hemîsê ye bi giranî birîndar bû.

Elî rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine girtin gule li pişta Elî ketiye û derbasî kezebê reş bûye û rewşa wî giran e.