QSD: Hêzên me êrîş têk bir

QSD’ê ragihand ku wan êrîşa du çeteyan ya li dijî dewriyeya hêzên wan li rojhilatê Dêrazorê têk bir, di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî revî.

QSD’ê ragihand ku wan êrîşa du çeteyan ya li dijî dewriyeya hêzên wan li rojhilatê Dêrazorê têk bir, di encamê de çeteyek hate kuştin û yek jî revî.

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Hecînê ya girêdayî QSD’ê vê êvarê êrîşa ku du çeteyên nenas bi rêya motorsiklêtekê li bajarokê Cirzê yê rojavayê rojhilatê Dêrazorê pêk aniye, têk bir. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yê din jî revî û xwe di nava malan veşart.

Hêzên me êrîşa li dijî dewriyeyekê ya li herêmê ya ji bo serdegirtina şaneyên veşartî, têk bir. Her wiha di encamê de çeteyek hate kuştin û ew rakirin nexweşxaneyan, lê nasnameya wî nayên zanîn.

Ev êrîşa duyemîn e ku hêzên me di navbera du rojan de li rojhilatê Dêrazorê têk dibin."