'Em ê giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê'

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer got, sala 2022'an wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê û diyaloga bi welatên Rojhilata Navîn re.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkerîm Omer xebatên dîplomatîk ên sala 2021'ê ji ANF'ê re nirxand.

Omer anî ziman ku di karên dîplomatîk de ew dîplomasiya cemaweriyê bi taybetî girîng dibînin û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê weke mînak tê dîtin.

Abdulkerîm Omer diyar kir ku wan karên xwe yên nava salê bi giranî ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û radestkirina DAÎŞ'î û malbatên wan meşandine û got, "Di hevdîtinên me de yên di asta Wezîrên Karên Derve û hevdîtinên bi beşên cuda yên civakî re rojeva me ya bingehîn naskirina rêveberiyê bû. Li gel vê yekê me rewşa aborî û siyasî, gef û dagirkeriya dewleta Tirk bi berfirehî vegot. Girtina Deriyê Sînor ê Til Koçerê bi vetoya Rûsya û Çînê û girtina deriyên din bandorê li 5 milyon mirovî dike. Bi taybetî li herêmên ku salên dawî ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dagirkirin nebûna alîkariya mirovî û hebûna pirsgirêkên bêkarî û aboriyê şensê dide DAÎŞ'ê ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Her wiha me bi israr got ku bi hevdîtinên Komîsyona Destûra Bingehîn ên li Cenevreyê ku ne Kurd ne jî pêkhateyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nehatine tevlîkirin, pirsgirêka Sûriyeyê çareser nabe. Ji sedî 30 ê Sûriyeyê û berjewendiyên vê herêmê li wir nehate temsîlkirin. Me rewşa DAÎŞ'iyên niha girtî ne û bi hezaran jin û zarokên DAÎŞ'î yên li kampan xistin rojevê. Bi taybetî eger rewşa li Kampa Holê bi vî rengî dewam bike dibe ku krîzeke nû ya mirovî rû bide. Ev yek wê bandorê li me jî li raya giştî ya navneteweyî jî bike. Me ev hemû bi muxatabên xwe re parve kir û hewl dan rêyên çareseriyê peyda bikin."

DI PRATÎKÊ DE DEST BI NASKIRINÊ KIRIN

Omer destnîşan kir ku biryara Katalonyayê ya ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelekî girîng e û destnîşan kir ku li gel vê yekê gelek dewletan di pratîkê de dest bi naskirina rêveberiyê kirine.

Omer got, salên 2015-2016'an dema ku derketin derveyî welat û xwestin hevdîtinan bikin, di asta wezîrên karên derve û alîkarên wan de ew nedihatin qebûlkirin, lê belê niha di vê astê de têne pêşwazîkirin û hevdîtinan dikin.

Omer got, "Niha deriyên hemû wezaretên karên derve yên welatên Ewropayê li me vekirî ne. Di asta wezîrên karên derve, alîkarên wezîran de hevdîtin têne kirin. Heta ku em weke Sûriye pirsgirêkên xwe çareser nekin û Rêveberiya Xweser tevlî hevdîtinên ji bo destûra bingehîn neyê kirin, nepêkane ku statuya xwe bê naskirin. Heta ku di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya nû de cih jê re neyê dayin, hinekî zehmet e ku rêveberî bi rengekî fermî bê naskirin."

LI GELEK WELATAN NÛNERTÎ HATIN VEKIRIN

Omer bi bîr xist ku wan nûnertiya xwe ya destpêkê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê vekirin û got, "Nûnertiyeke me jî li paytexta Rûsya Moskowayê heye. Ji bo çar welatên Skandînavyayê (Norwêc, Danîmarka, Swêd û Fînlandiyayê) li Stockholmê nûnertiya me heye. Ji bo wê welatên Ewropayê (Hollanda, Bruksel, Luksembûrgê) jî li Brukselê nûnertiya me ye. Li paytexta Fransa Parîsê û li paytexta Elmanya Berlînê nûnertiyên me hene. Îsal li Swîsreyê me nûnertiyek vekir. Dema bê em ê li cihên girîng nûnertiyan vekin. Em dixwazin sala 2022'an li paytexta Îngilistan Londonê nûnertiyekê vekin."

'JI BO ÇARESERIYA BI SÛRIYEYÊ RE EM CIDÎ NE'

Omer ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxvweyî ew dixwazin bi rêveberiya li Şamê û gelên Sûriyeyê re çareseriyê pêk bînin û got, "Em ê çareseriyê li Şamê pêk bînin. Di mijara çareseriyê de jî em cidî ne. Heyetên li Cenevre û Astanayê divê di ber çavan re bêne derbaskirin."

HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Abdulkerîm Omer bal kişand ser kuştin, revandin, guhertina demografiyê û koçberkirina bi zorê ya li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û destnîşan kir ku têkildarî vê mijarê wan karekî taybet kirin, belge amade kiğrin û got, "Yek ji karên me yên sereke yên dîplomasiyê rewşa li van herêmên dagirkirî ye. Ji bo vegera mirovên bi zorê hatine koçberkirin em dixebitin."

'EM BI HÊVÎ DEST BI SALA 2022'AN DIKIN'

Omer destnîşan kir ku li gel ambargo û şewbê jî karên Rêveberiya Xweser û MSD'ê yên dîplomasiyê nesekinîn û got, "Îsal em ê giraniyê bidin ser dîplomasiya cemaweriyê. Em hîn bêhtir hewl bidin ku diyalogê bi welatên li Rojhilata Navîn re deynin. Em bi hêviyeke hîn mezintir dest bi vê salê dikin."