Çalakiya li Sêmalkayê didome: Heya wergirtina cenazeyan em li vir in

Çalakiya konvedanê ya li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê hatî destpêkirin di roja xwe ya 85’an de didome.

Li deriyê sînor ê Sêmalkayê çalakiya konvendanê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan di roja 85'an de berdewam dike.
Yekîtî û saziyên girêdayî TEV-DEM û Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê çalakiya îro dewr girtin.
Di bin konê çalakiyê de endamê TEV-DEM'ê yê herêma Dêrikê Mihemed Ebdulezîz axivî û kiryarên PDK û girtina deriyên sînor şermezar kir.
Ebdulezîz xîtabî çekdarên PDK û çeteyên Roj kir û wiha axivî: "Hûn bi xwe radestkirina ji faşîzma Tirk re nikarin xizmeta gelê Kurd bikin. Ev sîxurtî û çetetiyê ye. Kolandina xendeqan li derdora Rojava û girtina deriyan xizmeta planên dewleta Tirk a faşîst dike."
Ebdulezîz bal kişande ser berxwedana gerîla û got: "Grîlayên ku Kurdistan diparastin û dema êrişên çeteyên DAÎŞ'ê bi hawara Şengal û Hewlêrê ve hatin, bi bêbextî hatin şehîdxistin." Her wiha xîtabî PDK'ê kir û diyarkir, "Ne ji gerîla ba hûnê pariyeke hêsan di devê dagirekriya Tirk de bane."
Mihemed Ebdulezîz da zanîn heta ku cenazeyên şehîdan werin wergirtin wê çalakiyên li ser sînor berdewam bikin.