Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan bû 23 kes
Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan bû 23 kes.
Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan bû 23 kes.
Di serdegirtinên malan ên li bajarokê Ereban a navçeya Hezexê ya Şirnexê de endama Meclisa Giştî ya Bajar a DEM Partiyê Muzeyyen Înan û 2 kesên navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û her 3 kes jî birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
Doh di encama serdegirtinên malan ên li Şirnexê de 20 kes hatibûn binçavkirin. Navên hin kesên hatine binçavkirin ev in: “Zinar Elînç (17), Halîl Kizilcan, Omer Basan, Amed Sevîm, Kadrî Îrtegun, Salih Urgen, Hakki Belge û Nizar Akbaş.”
Bi binbçavkirina 3 kesên dawî re hejmara binçavkiriyên li Şirnexê derket 23’yan.