Dewleta Tirk li Efrînê bav û keça wê revand

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bav û keça wê revandin.

Servîsa Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) bav û keça wê yên ku ji Helebê vedigeriyan, revand û bir cihekî nediyar.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku li navçeya Raco ya Efrîn a dagirkirî, rêxistina paramîlîter a dewleta Tirk "Polîsên Leşkerî" du kes revand.

Elî Hesen ê 50 salî û keça wî Şîlîn Hesen a 21 salî di 26'ê Kanûnê de dema ku ji Helebê vedigeriyan mala xwe ya li gundê Mîdana yê Racoyê hatin revandin.

Li gorî agahiyan, xwendekara Zanîngeha Helebê Şîlîn Hesen beriya hefteyekê tevî bavê xwe vegeriya gundê xwe. Aqûbeta herduyan nayê zanîn.

Dewleta Tirk a dagirker ji Adara 2018'an û vir ve li Efrînê rejîmeke terorê û çete ava kiriye. Li bajarê ku sûcên şer bi rêk û pêk têne kirin, revandina mirovan, kuştin, êşkence, talan û koçberkirina bi zorê bûne kiryarên rojane.

Li gorî parêzvanên mafên mirovan dewleta Tirk li Efrînê di nava 4 salan de zêdeyî 700 sivîl qetil kir, herî kêm 8 hezar û 500 kes jî revand. Aqûbeta nîvê kesên hatine revandin nayê zanîn.