Dewleta Tirk li Zirganê 3 kes qetil kir - NÛ BÛ

Dewleta Tirk a dagirker îro êrîşî Ziganê kir. Di encama êrîşê de zaroka du salî Elam Alî El Îsa û du kes hatin qetilkirin.

Îro ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Zirganê de zarokê bi nave Elam Elî El Îsa yê 2 salî jiyana xwe ji dest da û birayekî wî 5 salî birîndar bûn. Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Birîndarên bi navê Cewahîr Mûsa Xelef (25) û Comane Mûsa Nehar rexmê hemû mudaxeleyên bijişkan jî nehatin xelaskirin û şehîd bûn.

Di encama bombebarana gundê Esediyê yê Zirganê de jî Mihemed Îsa Omer ê yek sal û nîv, Ela Elî Îsa ê 5 salî, Mihemed Îsa Omer ê 22 salî û 5 kes birîndar bûn.

Dagirker ji baregehên xwe yên li Serêkaniyê, gundên Dada Ebdal, Niwêha, Esediyê, Xidrawî, Um Hermele, Til Werd û Xirbe Şeîr ên Zirganê dane ber topan.

Her wiha êrîşên xwe yên li ser gundên Til Şenan ê rojhilatê navenda navçeya Til Temirê, Dirdara yê bakurê navenda navçeyê, Um El-Kêf û Til Cuma, Til Gerabêt û Til Kêfcî, Tewîla yên rojavayê navenda navçeyê bi hawan û topan zêde kirine.