Rêveberiya Xweser sala nû pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû li gelên Sûriyeyê û tevahiya cîhanê pîroz kir.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê bi wesîleya sala nû peyamek weşand.

Di peyamê de hate gotin: "Em sala 2022'yan li gelê Sûriyê bi taybet û tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Bi hêvî ne ku sala 2022'yan bibe sala aştî û hezkirin di navbera tevahî Sûriyeyan de. Her wiha bibe sala çareserkirina aloziya Sûriyeyê, vegera koçberan li bajar û gundên xwe.

Heman demê em sala nû li dayik û malên şehîdên qehreman û nemir pîroz dikin. Her sal û gelê me yê Sûriyeyê di nav xêrê de be."