Li Wan û Şirnexê rêyên bi sedan gundan ji ber berfê hatin girtin
Bakurê Kurdistanê di bin bandora giran a berfê de ye. Li bajarên Wan û Şirnexê rêya bi sedan gundan hate girtin.
Bakurê Kurdistanê di bin bandora giran a berfê de ye. Li bajarên Wan û Şirnexê rêya bi sedan gundan hate girtin.
Li Wanê ji şevê din ve berf dibare û ji ber berfê heta niha rêyên 158 gundan hatine girtin. Li gorî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li Miksê rêya 71 gundan, li Elbakê rêya 19 gundan, li Westanê rêya 13 gundan, li Payîzavayê rêya 17 gundan, li Rêya Armûşê rêya 12 gundan û li Qelqeliyê jî rêya gundekî hate girtin. Xebatên ji bo vekirina rêyan didomin.
Li Şirnexê jî ji şevê din ve berf dibare. Li navenda bajar bi qasî 5-7 santîman berf bariyaye û li deverên bilind jî bi qasî 30 santîmetreyan bariya. Li deverên bilind ên navçeya Elkê jî bi qasî metreyekê berf bariyeye û ji ber berfê rêya 7 gundan hate girtin. Hat ragihandin ku rêya bajarokê Dêrahînê ya navçeya Qilebanê jî ji ber berfê hate girtin.
Komên girêdayî Îdareya Taybet a Bajar a Şirnexê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatên xwe kirin.