QSD: Îddîayên dewleta Tirk ne rast in

QSD’ê diyar kir ku îddîaya dewleta Tirk a dagirker ku dibêje 6 şervanên QSD’ê şehîd bûne ne rast in.

QSD’ê li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got “Wezareta  Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îddîa dike ku di 26’ê Kanûnê de 3 û di 27’ê Kanûnê de jî 3 şervanên QSD’ê dema ku amadekariya êrişê dikirin , şehîd bûne. Ev îddîa ne rast in. Li herêmên ku hatine dagirkirin tu tevgera hêzên me tune.”

Dewleta Tirk di mehên dawîn de agahiyên vala yên li ser QSD’ê zêde kiriye.

QSD’ê di 20’ê Kanûnê de jî daxuyanî dabû û gotibû “Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îddîa dike ku di 18’ê Kanûnê de 7 û di 20’ê Kanûnê de jî qaşo 4 şervanên QSD’ê şehîd bûne. Ev îddîa ne rast in.”

QSD’ê dîsa di 13’ê Kanûnê de jî daxuyanî dabû û gotibû “Li gorî nûçeya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker hêzên me êrişî herêmên dagirkirî kirine û 2 şervanên me şehîd bûne. Ev agahî jî derew e. Li herêmên ku hatine dagirkirin, hêzên me tune.”

Di meha Cotmehê de jî QSD’ê diyar kiribû îddîayeke bi vî rengî ya dewleta Tirk ne rast e.