ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate protestokirin
Dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve di sala 5’an de hat protestokirin û peyama “Em ê dawî li dagirkeriyê bînin” hat dayîn. -
Rêveberiya Xweser: Heta ku Efrîn neyê rizgarkirin krîz çareser nabe
Rêveberiya Xweser got, "Heta ku Efrîn neyê rizgarkirina krîza li Sûriyeyê çareser nabe" û berxwedana Efrîniyan a li kampan silav kir. -
Tecrîd û dagirkerî li Minbic û Dêrazorê hat protestokirin
Li Minbic û Dêrazorê bi meş û mîtîngê tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hat protestokirin û hat xwestin ku CPT derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyê bide. -
Komîteya Parastina Abdullah Ocalan name ji Gûterres re şand
Komîteya Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi nameya ji Sekreterê Giştî yê NY’yê re şand, banga darizandina dewleta Tirk di dadgeha navneteweyî de û eşkerekirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Tebqayê dest bi çêkirina îstasyoneke avê ya nû hat kirin
Yekîtiya Avê ya Tebqayê, ji bo peydekirina avê ji gundên li bakurê Tebqayê re û sivikkirina barê îstasyonên Siwêdiyê û Ceiberê, dest bi çêkirina xet û îstasyona avê ya vexwarinê hat kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Rûstem Efrîn hat bîranîn
Ji bo Gerîlayê HPG'ê Alî Adnan Şêr (Rûstem Efrîn) li Wargeha Berxwedanê ya Şehbayê merasîmek a bîranînê hat lidarxistin. -
Newroz Ehmed: Em êrîşên dijmin pûç bikin
Newroz Ehmed diyar kir ku amadekariyên wan ên li dijî êrîşeke nû ya dagirkeriyê dewam dikin û got, "Em kar û têkoşîna xwe ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve dewam bikin û van êrîş û planên dijmin têk bibin." -
TEV-DEM’ê civîna xwe ya salane bi dawî kir
Civîna salane ya TEV-DEM’ê bi eşkerekirina projeyên sala 2023’an, bi dawî bû. -
Li dijî êrîşên dewleta Tirk, li Hesekê meş hat lidarxistin
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Hesekê meşek hat lidarxistin. -
Ji bo Şehîd Xebat Dêrik merasîma bîranînê hat lidarxistin
Ji bo Şehîd Xebat Dêrik li Girkê Legê û Dêrikê, merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin!
Însîyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê banga mezinkirina têkoşînê kir. -
Dagirkeran li Serêkaniyê 14 kes revandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê 14 kes revandin. -
‘Endamên MÎT’ê yên payebilind jî tevlî êrîşa li girtîgeha Hesekê bûne‘
Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed diyar kir ku di çarçoveya lêpirsîna êrîşa li ser girtîgeha girtiyên DAÎŞ’î tê de ne, endamên payebilind ên MÎT’ê jî tevlî nav êrîşê bûne. -
Dewleta Tirk di nava 5 saetan de êrîş bir ser 13 gundan
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser 13 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. -
HRE: 5 leşker, polîsek û 10 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin -NÛ BÛ
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî derbên giran li dagirkeran xistin. Hate ragihandin ku di encama çalakiyan de 16 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin, ku 5 jê leşker, yek jê polîs û 7 çete ne. -
Fermandariya YPG'ê Xebat Dêrik bi bîr anî
Fermandariya Giştî ya YPG'ê fermandarê xwe yê damezrîner Xebat Dêrik bi bîr anî û destnîşan kir ku heta rizgarkirina herêmên dagirkirî wê li ser xeta fermandarê xwe bin. -
Li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin
Di operasyoneke QSD'ê de li herêma Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin. -
Salih Muslim: Mesela Sûriyeyê bi gelên Sûriyeyê çareser dibe
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim got, "Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan dikare çareser bibe. Sûriyeyî ji bo karibin çareser bikin jî divê azad bin. Bêyî ku fermanê ji kesî werbigire, ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin." -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zahid El Hisên hat veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Zahid El Hisên ê krîza dil derbas kir û şehîd bû, bi merasîmekê hat veşartin. -
Dagirkeran bombe li gundê Tat Maraşê barandin
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Tat Maraş barand û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû. -
Li Şêrawayê 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Meyasê yê Şêrawayê barand. Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. -
Muslim: CPT li gorî navenda komployê tevdigere
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku CPT ne li gorî mîsyona xwe, lê belê li gorî navenda komployê tevdigere û bang li her kesî kir ji bo têkoşînê geş bikin û tecrîdê bişikînin. -
Komeke DAÎŞ’ê ku amadekariya êrîşê dikir hat girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand ku 5 çeteyên DAÎŞ'ê yên amadekariya êrîşa li ser bajêr kiriye, tevî gelek teqemeniyan hatine girtin. -
Cenazeyê Şehîd Xedîr Ebdulkafî hat veşartin
Cenazeyê Xedîr Ebdulkafî El Şêx a ku roja 10’ê Çileyê li ser peywira xwe şehîd bû, li Minbicê bi merasîmekê hat veşartin. -
Ciwanan silav li berxwedana gerîla kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi lidarxistina meşekê li Qamişloyê, silav li berxwedana gerîla kir.