Ciwanan silav li berxwedana gerîla kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, bi lidarxistina meşekê li Qamişloyê, silav li berxwedana gerîla kir.

Ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan a li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan, li bajarokê Til Marûf ê li ser navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê bi dirûşmeya "Bi berxwedana şehîdan em ê bi ser bikevin" meşek li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Zozan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hatin hildan.

Meş, li ber Meclisa bajarokê Til Marûf veguherî mîtîngê. Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mizgîn Hisên axivî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Hisên diyar kir ku ew ê bibin piştevanê bi berxwedana gerîla re û wiha axivî: "Em gelê herêmê, em ê li ber êrîş û şerê taybet ê li dijî Kurdistanê rabibin. Li ser navê tevgerên ciwanan ên li Tirbespiyê em bang li hemû civakê dikin ku li ber êrîşên dewleta Tirk a faşîst û sûcên wê yên dermirovî rabibin.”

Hisên, bang li rêxistinên têkildar kir ku destwerdanê bikin û dawî li êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bînin.

Ciwanan, dirûşme ji bo silavkirina berxwedana gerîla berz kirin û meş qediya.