YCWK: Yekîneyên me li Qoserê li dijî dagirkeran şer kirin

YCWK'ê ragihand ku yekîneyên wan ên li Qoserê xwestin Cejna Vejînê pîroz bikin, lê belê polîsan êrîş kirin, lewma jî wan bersiv dan êrîşê.

Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) raighand ku di navbera yekîneyên wan ên li Qoserê û hêzên dewleta Tirk de şer qewimî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di çarçoveya pêngava "Em bi têkoşînê bi Rêber Apo re bibin yek û azad bikin" di 24'ê Mijdarê saet di 23:00 de ji bo pîrozkirina Cejna Vejînê xwestin meşekê lidar bixin.

Hate ragihandin ku ciwanên YCWK'ê bi fîşekên hewayî û teqemeniyan bersiv dan êrîşa polîsan.