Li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin!

Însîyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê li dijî tecrîda li Îmraliyê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Însiyatîfa Ji Rêber Ocalan re Azadî ya Sûriyeyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya Însiyatifê wiha ye:

“Dewleta Tirk a faşîst hovîtiya xwe ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Ji ber tecrîda giran a 24 salan a li Girtîgeha Îmraliyê, di nava şert û mercên giran de dijî. Hemû daxwazên muwekîlên Rebertî û 3 girtiyên din Omer Xeyrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim bi hincetên pûç ên ku zêdeyî 21 meh in nikarin hevdîtinê pêk bînin, tên redkirin.

Tevî serlêdana parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan û girtiyên Girtîgeha Îmraliyê re daxwazên xwe pêşkêş dikin jî, bi hinceta cezayê dîsîplînê ji 9’ê Îlona borî ve hatiye birîn, serlêdan hatin redkirin. Tevî bidawîbûna cezayê ji 9’ê Kanûnê ve, qedexeyeke nû li ser Rêbertî û 3 girtiyan hat sepandin da ku bi hinceta heman cezayê nekarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Dadgeha Înfazê ya Bursayê bêyî hincet nîşan bide û derbarê sedema wan de agahî bide, cezayan nû dike.

Li vir divê em behsa xaleke girîng jî bikin ku tevî bangên hemû azadîxwaz û demokratan, hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedar jî di nav de, dewleta Tirk bi israr e ku vê tecrîda nerewa li ser Rêbertî bidomîne, ji ber ku li gorî yasayên herêmî, navneteweyî û Tirkiyeyê, mafê Rêbertî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re têkiliyê deyne. Lê mixabin Tirkiyê guhê xwe ji banga azadîxwazan re girt û çavên xwe kor kir ku van mafan nebîne û bi cih bîne. 

Bi vî awayî hemû yasa û zagonên navdewletî û cîhanî binpê dike û guh nade yasayên wê, lêbelê rêya tunekirin û tasfiyekirina Rêbertî dişopîne û li vir divê em ji bîr nekin ku berxwedaneke efsaneyî ya mezin heye. Li Îmraliyê berovajî vê polîtîkaya hovane û tasfiyeker a ku li ser Rêbertî tê meşandin, ev polîtîkaya ku wek polîtîkaya tasfiyeker a bi guman a li hemberî Kurdan û li dijî mafê ramana azad tê meşandin, tê kirin. Ev encama lihevkirina AKP û MHP û tifaqa wan, bi vî awayî Tirkiye ji bo gelên belengaz veguherandine girtîgeheke mezin. Ji ber vê jî berxwedan pêwîst e, ji ber ku gelê Kurd, Tirk û hemû gelên herêmê li hemberî vê neheqiyê divê bêdeng nemînin.

Ji ber vê yekê em bang li her kesî dikin ku têkoşînê mezin bikin da ku sala 2023’an bibe sala bidawîkirina tecrîdê, bibe sala azadiya Rêber Apo û destpêka qencî, aştî û demokrasiyê.”