Muslim: CPT li gorî navenda komployê tevdigere

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim anî ziman ku CPT ne li gorî mîsyona xwe, lê belê li gorî navenda komployê tevdigere û bang li her kesî kir ji bo têkoşînê geş bikin û tecrîdê bişikînin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim tecrîda giran a li Îmraliyê ji ANF'ê re nirxand.

Salih Muslim anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ji destpêka dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate pêkanîn û niha hîn bêhtir hatiye şidandin.

Muslim anî ziman ku yên tecrîdê ferz dikin jî ew hêz in ku ji destpêkê ve di nava komployê de ne û got, "Ev hêz jî Gladioya NATO ye. Tirkiye tenê gardiyantiyê dike. Rewş bi vî rengî ye. Bêguman di şer de timî Tirkiyeyê didin pêş. Tirkiye jî li gorî hiqûq û qanûnên xwe tevnagere. Sîstema li Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye. Ewropa jî di nav vê yekê de ye. Hîn jî di bin kontrol û bandora Gladio ya NATO'yê de ye."

'ŞER, KOMKUJÎ, ZEXT ENCAMA TECRÎDÊ NE'

Salih Muslim destnîşan kir ku tecrîd êşkence ye û wiha dewam kir: "Divê mirov tecrîdê ne tenê weke faşîzma Tirkiyeyê bibîne. Girîng e hemû aliyên wê bêne dîtin û nirxandin. Divê li Tirkiyeyê çareseriya demokratîk bê peydakirin, ala berxwedanê bê bilindkirin, haya her kesî ji tecrîdê hebe û bê kirin ku dijmin xwe vekişîne. Dijmin ne tenê li Îmraliyê zextê dike, di heman demê de zextê li gelê Kurd dike. Rojane êşkence li gel tê kirin. Ev zext û pêkanîn bi komkujiya li Parîsê re bêhtir şênber bû. Her wiha li Kurdistanê şerekî giran diqewime û ev şer hîn nesekinî ye. Ev hemû ji ber tecrîdê ne. Divê ev hemû bêne kifşkirin. Berê Kurdan ji rastiya xwe şerm dikirin, lê niha pêşengiyê ji cîhanê re dikin. Sîstema Gladio divê bi berxwedanê bê hilweşandin. Divê rastiya Gladio ji cîhanê re bê nîşandan ku ev yek wê teqez bandorê li biryarên polîtîk bike."

'DIVÊ HER KES BERXWEDANÊ BILIND BIKE'

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir ku di sala 2022'an de berxwedaneke mûazzam hate kirin û got, "Lê belê encamek bi dest neket. Lewma hîn gelek tişt hene ku divê em bikin. Berxwedaneke serketî bû, lê têrker nebû. ji ber vê yekê divê mirov berxwedanê hîn berfireh û mezin bike."

'CPT DIKARE PÊŞÎ LI ÊŞKENCEYÊ BIGIRE, LÊ MIXABIN VÊ NAKE'

Têkildarî nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) Salih Muslim bi bîr xist ku CPT komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê ye û got, "Eger êşkence hebe divê li ber vê rabe. Mixabin di meseleya Rêber Ocalan de tenê weke çavdêrekî tevdigere. Lêkolîn dike bê êşkence heye yan na û raporê dide Konseya Ewropayê. Dibêje ku bêyî destûra Tirkiyeyê nikare raporê eşkere bike. Eger dixwaze pêşî li êşkenceyê bigire divê xwe ji pozîsyona raportorekî rizgar bike, li dijî êşkenceyê tedbîran werbigire û pêşniyaran bike. Li pişt CPT hêzeke mezin heye. Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê, gelek sazî hene, lê belê vê yekê nake. CPT diçe lê daxuyaniyekê nade. Têkildarî Rêbertî ti agahî nayê wergirtin. Ev jî rêbazeke êşkenceyê ye. Divê pêşî li vê yekê were girtin. Eger pêşî lê nagire hingî çima serdana zindanan dike? Destûrnedana hevdîtina bi malbatê û parêzeran re jî rêbazeke êşkenceyê ye."

Salih Muslim diyar kir ku hêza CPT heye ku pêşî li vê êşkenceyê bigire, lê mixabin vê nake û got, "Di danûstandinên xwe yên bi Ewropayê re me ji destpêkê ve got. Hûn qala demokrasiyê dikin, lê belê ev yek ne tenê ji bo Ewropayê ye. Pêwîstiya me jî pê heye. Qanûnên ku li Ewropayê nayên qebûlkirin, dema ku dor tê me, hingî dibin hikum û têne qebûlkirin. Hûn çima qebûl dikin, çima bêdeng dimînin? Hûn ê bi vî rengî demokrasiyê li her derê belav bikin? Bêguman na. Weke gelê Kurd, hêz û partiyên siyasî yên Kurdan em dikarin bi rola katalîzor rabin. Ev jî bi berxwedana demokratîk dibe."

Di dawiya axaftina xwe de Salih Muslim got, "Di sala 2023'an de hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat eger berxwedan û têkoşîn hîn bêhtir bê xurtkirin wê teqez encam bi dest bikeve."