Li Mîdyad û Çiyayê Bagokê êrîşên leşkerî dewam dikin
Li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê bi hefteyan e êrîşên leşkerî dewam dikin. Li herêma navbera navçeya Mîdyad a Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê jî êrîş têne kirin.
Li Çiyayê Bagokê yê Mêrdînê bi hefteyan e êrîşên leşkerî dewam dikin. Li herêma navbera navçeya Mîdyad a Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê jî êrîş têne kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê êrîşên dagirkeriyê yên ku beriya bi hefteyan li bejahiya Çiyayê Bagokê destpê kirin, dewam dikin. Li gel nebûna biryara walîtiya mêtingeriyê jî jî leşkeran di pratîkê de ketin û derketina herêmê qedexe kirine. Hate ragihandin ku leşkeran bi îdîaya 'ketiya herêma leşkerî' li şivanekî xistin ku pezê xwe diçêrand.
LI HERÊMÊ LÊGERÎN TÊ KIRIN
Li herêmên Dikmin, Çalê û Kevira Mahloyê liv û tevgera leşkerî dewam dike. Hate ragihandin ku leşker li qada ku goristana gerîlayan bi cih bûne. Her wiha li cihên liv û tevgera leşkerî lê heye, cîhazên kişandina wêneyan hatine bicihkirin û li hin şikeftan lêgerîn tê kirin.
LEŞKERAN GEF LI KOÇERAN XWARIN
Li aliyê din li herêmeke navbera navçeya Mîdyad a Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê êrîşên leşkerî dewam dikin. Leşkeran gef li koçerên li herêmê xwarin.