Li Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin

Di operasyoneke QSD'ê de li herêma Dêrazorê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "10'ê Çileyê Yekîneyên Antîterorê (YAT) operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyên DAÎŞ'ê li rojhilatê Dêrazorê lidar xistin.

Operasyon bi tevlêbûn û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî lidar ketiye. Destpêkê tevgera şaneyê li navçeya Sabxayê şopand ku destekê dide terorê û tevlî pêkanîna kiryarên terorîst li Dêrazorê dibe.

Di operasyonê de YAT'ê bi ser malekê de girt ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê xwe tê de veşartibûn. Bang li wan kir ku teslîm bibin, lê wan red kirin. Yek ji wan hewl da bireve û yê din gule berdan hêzên me. Di encamê de bi hêzên me re bi hev ketin û her du terorîst hatin kuştin û kembereke teqemeniyê hate teqandin.

Di operasyonê de hêzên me 2 demance û gelek fîşek desteser kirin."