Dewleta Tirk di nava 5 saetan de êrîş bir ser 13 gundan

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser 13 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Dewleta Tirk a dagirker li gor saeta herêmî 5 û nîvê êvarê dest bi êrîşan kir. Dewleta dagirker, piştî gundê Şealê yê Şehbayê, êrîş bir ser gundê Bênê û Soxaneke yê Şêrawayê. Gundên Eyndaqê, Bêlûniyê, Miniq û Şex Îsa yên herêma Şehbayê dan ber obus û topên hewanan. Nêzê 80 top li gundên Şehbayê ketin. Êrîş berdewam in.

Artêşa Tirk, derdora saet 21.30’an êrîşên zêde kirin û êrîşê gundên Merenaz, Tat Meraş, Şewarxa, Malikiyê û Alqemiyê yên navçeya Şera ya Kantona Efrînê kir. Bi dehan obus û topên hewanan li van gundan ketin.

Gundê Ziyaretê, ji aliyê rojavayê Kobanê ve bi obusan hat bombekirin.